Li Silopiya Mala Şînê gulebaran kirin bi sedan jin di nava agirbaranê de man
17:34
JINHA
ŞIRNEX - Taxa Zap a Silopiya ya Şırnexê bûyerên dibin dorpêça polisan de çêdibin berderam dikin. Jinên çun Mala Şînê ya ji bo Mehmet Xidir Tanboga yê ku di encama êrîşên polisan ên 7'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dayî di nava agirbaranê de man.
Dema ku welayîta polisan li ser Cadeya Başak a Taxa Zap a Silopiya re derbasdibû teqîn çêbû û 4 polis mirin, piştî wê polisan di nava taxê de dest bi terorê kirin. Li cihên nêzî teqînê polisan tax hemû gulebaran kirin û bi kuştinê tehdîd kirin. Jin ciwan û esnafên di rêyan de bûn mexdurê êrîşên polisan.
Êrîşî mala şînê kirin
Jinên çun mala şînê ya ji bo Mehmet Xidir Tanboga yê ku di encama êrîşên polisan ên 7'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dayî di nava agirbaranê de man. Xwediyê Mala Şînê dayîka Mehmed Xidir Tanboga Zeynep Tanboga wiha qala bûyerên hatin jiyandin kir: "Bi sedan jin hebûn. Ser mere uçaksiwaran gulebarandin. Em 3 mal di nava hev de dijîn, hemû tiştên me şikandin. Me ji bo wan gotibû taziya me heye. Wan ji bo me got: 'Heger hun derkevin derê emê we bikujin.' 3-4 saetan em di malê de man. Mirovên dixwestin derkevin ser wan de gule dibarandin. Ev ne karê mirovan û misilmanane."
'Lawê min kuştin dê niha vêca me bikujin'
Zeynep a ku dema êşa lawê xwe jiyan dikir dibe mexdurê êrîşan hêrsa xwe ya ji bo Serokomar û Serokwezîr wiha anî ziman: "Van ji bo me rewa dibînin. Êşa ku min dîtiye bila davutoglu û Erdogan jî bibînin. Çawa kezeba min şewitandin wisan ya Emîne Erdogan jî bişewite. Lawê min kuştin niha dê vêca me bikujin. Erdogan JÎTEMA xwe şandiye."
Zeynep bilêv kir ku polis anosên "Emê we bikujin, îskence bikin" dikin û wiha domand: "Ji me çî dixwazin. Ji serê sibê heya êvarê li ser jin û zarokan guledibarînin. Erdogan DAIŞ a xwe şandiye ser serê me. Erdogan bi van kirinan me dike dijminê xwe. Heger wiha dombike ezê zarokên xwe bigirim û biçim çiyan, bila bên li wê me qetilbikin. Ji bo me dibêjin terorist, lê kirinên wan yên teroristanin."
'Hewildidin me qetilbikin'
Ji jinên mala wan gulebaran kirîn Fatma Kaçar diyar kir ku polisan ji çar aliyan ve mala wan gulebaran kirin heya dîwar hemû bi ser hev de anîn û wiha got: "Hevserê min jî nîne, ez û zarokên xwe li malin. Bi dehan caran polisan em gulebaran kirin. Hemû tiştên mala min şikandin. Ev çar rojin li taxê xwîn di pozê me de anîn, niha jî hewildidin me bikujin."
(pk-ma/zt)