Parlementerên jinên HDP'ê ji bo girtina cenazeyan dest bi hevdîtinan kirin
17:52
JINHA
RIHA - Parlamenterên jin ên HDP’yî malbatên ku ji ber cenazeyên zarokên wan nadin wan li ser sînor nobetê digirin ziyaret kirin. Wê parlamenterên jin bi Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê re hevdîtin bikin.
Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Sîbel Yîgîtalp û Gulser Yildirim malbatên ku bi rojane ji bo cenazeyên xwe bigirin li gundê Mehserê di bin germahiya 50 pileyê de nobetê digirtin ziyaret kirin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran der barê serdanê de agahî da û got, “Daxwaza malbatên me bi wan re hevdîtin pêk anî tenê ev e ku cenazeyên xwe bigirin û li gorî kevneşopiyên xwe defin bikin.”
Ayşe diyar kir ku destûr nadin 20 cenazeyan ji Kobanê bînin Pirsûsê û got, “Hemû hewldanên ji bo teslîmkirina cenazeyan ên me kirin bê bersiv man, lê careke din em ê bi Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê re hevdîtinê pêk bînin. Malbatên ku li gundekî nêzî sînor disekinin, dibêjin heya em cenazeyan negirin em venagerin. Li vir eziyetek pir mezin li mirovan tê kirin. Dev ji saxan berdin li miriyan jî eziyet tê kirin. Di ti ol û baweriyê de sekinandina cenazeyan di bin germahiya 50 pile germahiyê de tine ye. Em dixwazin di zûtirîn demê de cenazeyan radestî malbatan bikin."
(zt)