Cezayê gihandinê da girtiyên PAJK'ê yên ku tecrîd protesto kirin

18:40

JINHA

STENBOL- Cezayê gihandinê dan girtiyên jin ên ku tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pirotesto kirin.

Girtiyên PAJK'ê yên ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakırkoyê dimînin ji ber tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pirotesto kirin rastî cezayê gihandinê hatin. Girtiyên jin ji bo protestokirina tecrîdê 3 rojan bê navber gireva birçîbûnê dabûn despêkirin. Girtiyên jin rastî 2 meh cezayê derneketina hevdîtinê, mafê xwe yê telefon û nameyan karne anînê hatin. Hat zanîn ku jinên mafê wan ê gihandinê ji wan hatine girtin serî li Dadgerê Înfazê dan.

(zt)