'Têkoşîna jiyanê eger bi rêxistin be bi wate ye'
09:10
Sorgul Şêxo- Jînda Azad / JINHA
TIL TEMIR - Jina Kurd Gûlîxan Tahîr di nava şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê dide. Gûlîxan dayika 4 zarokane û hevserê wê di encamê teqînek li ser riya bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest daye. Gûlîxan dibêje, "Êşên min li ber hinek dayikên Kurd kêm dimîne. Êş û elemên jinên Kurd tev yek in."
Ji ber şer, pêvçûn û komkujî li Rojavayê Kurdistanê, gelek malbat di nava şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Jina Kurd Gûlîxan Tahîr dayîka 4 zarokan û di encamê êrîşa çeteyên El-Nûsra de hevserê wê Abdullah Dawûd jiyana xwe ji dest da. Gûlîxan Tahîr bi van hevokan jiyana xwe ji mere vedibêje: "Êşîn ku min jiyan kiriye li ber êşê hinek dayikên Kurd kêm dimîne. Di encama şer û pêvçûnên li Rojava me gelek windahî da. Ji ber vê yekê êş û elemên jinên Kurd tev yek in."
Gûlîxan diyar kir ku bi despêkirina şoreşa Rojava re ew û hevserê xwe di nava xebatên înşakirinê cih girtine û got: "Bi despêkirina şoreşa Rojava re min cihê xwe di nava xebatê de girt. Me meclîs avakir. Piştî wê bi demek kurt Rêveberiya Xweseriya demokratîk hat îlan kirin. Her ku çû xebat berfireh bû û me xebatên xwe yên sazî û navend avakirin. Yek ji van xebatan ya herî girîng xebatên jin bûn. Li bajarê Til Temir navenda Yekîtiya Star hat avakirin û ez derbasî xebatê jin ya Yekîtiya Star bûm."
'Encamê têkoşînê de em ser piya man'
Gûlîxan da zanîn ku ew ji zaroktiya xwe têkoşîn li hember jiyana zehmet dide û wiha got: "Di malê de em 9 xweşk û birane. Ji ber şert û mercên jiyanê a zehmet malbat neçar ma berê xwe bide gund. Min dibistana xwe di refa 9'mîn de ji ber rewşa malbatê berda. Ji ber kevneşopiya civakê jin rastî gelek astengî û zehmetiyên mezin tên. Wek jin min karê giran ya cotkariyê kir, jina Kurd herdem berpirsyariya jiyanê bi tev hildide ser milê xwe. Lê di encamê têkoşînê de em li ser piyane. Piştî ku rewşa me hindek başbû em carek din vegerîn bajarê Til Temirê. Di temenê xwe ya 21'ê de her çiqas min jiyana ku di hat jiyan kirin ne dipejrand jî hêzê min têra nedikir ku li dijî derbikevim."
'Ji ber şopdarê riya heqîqetê bû ez pê serbilindim'
Gûlîxan wiha domkir: "Piştî ku min zewac pêk anî, 4 zarokê min çêbû. Hevserê min cihê xwe di nava xebatê çand û hûnerê ya bajarê Til Temir de digirt. Di encamê teqîna mayîna ku çeteyên El-Nusra li ser riya bajarê Hesekê bi cih kiribûn de jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku di nava xebatê rêxistinê de cihê xwe digirt, di warê rêz dayîna jinê de bê sînor bû. Em wek hevalê hevbûn. Şehadeta wî gelek li min bandor kir. Ji ber ku şopdarê riya heqîqetê bû ez pê serbilindim û ev yek êşê min sivik dike."
'Têkoşîna jiyanê eger bi rêxistin be bi wate ye'
Gûlîxan dawî de anî ziman ku pêwîste hemû jin dest bidin destê hevdû û têkoşînê bilind bikin. Gûlîxan got: "Pêwîste tu jin dervî xebatê rêxistinî nemîne. Êşê jinên Kurd tev yek in. Têkoşîna jiyanê eger bi rêxistin be bi wate dibe. Ji ber vê pêwîste em ji dil xwedî li doza xwe derên û hemêz bikin. Têkoşîna min wê di vê rêde bidome. Heya ku welatê me azad nebe emê tev ji rêwîtiya xwe ya azadî bernedin."
(rb/rc)