Begerd Talabani: Dibê dewleta tirk hesabê qetliama Zergelê bidin

09:46

Newroz Dijwar/JINHA

SİLÊMANÎ - Seroka Koma YNK'ê Begerd Talabani diyar kir ku dewleta tirkan êrîşî nav axa Başurê Kurdistanê û qadên gerila kiriye û got: "Di bombabaranê de qadên sivîlan hedef digirin. Dixwazin welatiyên me ji gundan koçber bikin. Divê parlemento lezgîn ji bo rawestandina van êrîşan têkevin nava tevgerê. Divê dewleta tirk hesabê qetliama Zergelê bidin."

Bertekên li hember êrîşên balefirên şer ên tirkiyê ser Herêmên Parastina Mediyayê û Başurê Kurdistanê zêde dibin. Seroka Koma Yekîtîya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Begerd Talabani êrîşên dewleta tirk ser Başurê Kurdistanê û qadên gerila nirxand. Begerd da zanîn ku di bombabaranê de welatiyên sivîl û gundên wan hedef digirin, dewleta tirk dixwaze herêmê ji mirovan valabikin. Begerd destnîşan kir ku divê li hember wan êrîşan Parlementoya Herêma Kurdistanê têkevin nava tevgerê.

'Welatiyên sivîl û gundên wan hedef tên girtin'

Begerd anî ziman ku di bombabaranan de welatiyên sivîl hedef tên girtin, qetliama Zergelê bi kîjan armancan hat kirin. Begerd bilêv kir ku gelê Başurê Kurdistanê li hember bombabaranan nerazîne û wiha domand: "Êrîşên ser xaka me tê wateya îhlalkirina sînorên meye. Balefir gelê sivîl û gundên wan hedef digirin. Dixwazin welatiyên me ji gundên wan koçber bikin. Divê Parlementoya Başurê Kurdistanê û hikumeta wê tewrek cidî bigire. Dewleta Tirk li Zergelê qetliam kir. Jin û zarok qetilkirin. Malbatek bi tevahî qedandin. Ji bo ku qetluamên wiha neyên jiyandin divê raya giştî û navnetewî baldarbûna xwe nîşan bidin."

'Divê Tirkiye qetliama Zergelê ji bo me ragihînin'

Begerd diyar kir ku ew weke parlementerên YNK'ê çun cihê balefirên şer ên tirkiyê lê qetliam kirî gundê Zergelê û raporek amadekirin, dê wê raporê pêşkêşî konsolosxana Tirkiyê a li Herêma Başurê Kurdistanê bikin û wiha berdewam kir: "Divê dewleta tirk hesabê vê bide. Roja qetliam hatî kirin gelek parlementerên me cun cihê lê qetliam hatî kirin. Li wê lêkolîn kirin. Bang li parlementoyê kirin ku lezgîn bicivin. Rapora ku amadekirina pêşkêşî parlementoyê kirin. Qumisyona karên hindir û qumisyona karên derve yên parlementoyê jî çun cihê qetliamê Zergelê ziyaret kirin. Di civîna koma serokatiya parlementoyê de ez jî amadebûm. Weke koma YNK'ê me runiştinek cuda xwest. Me xwest di wê runiştinê de elçiyê mezin ê Tirkiyê jî amade bibe. Divê konsolosa wan sedema kirina vê qetliamê ji bo me diyar bike. Çima ew gund hedef girtin û mirovên sivîl qetilkirin. Divê sedema vê qetliamê ji bo me bêjin."

'Ev îşkaleke'

Begerd balkişand ser daxuyaniya ji aliyê berpirsên Tirkiyê ve hatî dayîn û wiha got: "Her kesê herêma qetliamê dît, her tişt li ber çavane. Înkara wê sedema kirina qetliamê radixe berçavan. Divê parlementoya me ji bo ku êrîş bên sekinandin ji bo herêmên navnetewî raporê pêşkêş bikin. Divê ne dewletên cîran ne jî tu hêz bi rehetî nekarin bên axa me bombabaran bikin."

(zt)