8 rojin jin li Pirsusê li mafê xwe yê definkirina zarokên xwe digerin

11:21

Bêrîtan Elyakut/JINHA

RIHA - Ev 8 rojin ji bo wergirtina cenazeyê 20 YPG/YPJ yiyan li ser Sînorê Kobanê ne. Ji bo malbatên ev 8 rojin li benda girtina cenazeyê zarokên xwe gotinên weke "Bese êdî, îskencê bi cenazan nekin, dest jêberdin." dibêjin.

Ji ber konsepta şer 8 rojin cenazê 20 YPG/YPJ yiyan li Deriyê Sînorê Murşitpinarê tê rawestandin. Dayîkên ji bo definkirina cenazê zarokên xwe li ser sînorin diyar kirin ku heya ew cenazeyê zarokên xwe negirin dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Dayîka Şervana YPJ'ê Zeynep Tekin (Evindar Botan) Asiye Tekin da zanîn ku ya tê jiyankirin der mirovbûne, dewlet ji cenazê zarokên wan jî ditirsin. Asiye destnîşan kir ku bedelê wê çî dibe bila bibe heya ew cenazê keça xwe negire venagere.

'Heya em zarokên xwe negirin em venagerin'

Asiye got: "Yên dilê min şewitandine, dilê wan jî bişewite" Asiye anî ziman ku DAIŞ'ê zarokên wan qetilkirin hîna têr nake vêcarê jî AKP eziyetê bi wan dide kişan. Asiye derbirî ku zarokên wan li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şer kirine û wiha domand: "Zarokên me ji bo vîna mirovahiyê şer kirin. Niha hikumeta Tirkiyê cenazeyê wan jî nadin. Ji ber ji cenazê zarokên me jî ditirsin. Bila berpirsên dewletê bizanin heya em cenazê zarokên xwe negirin em bi ti deran ve naçin."

'Hikumeta AKP'ê bi barbariya DAIŞ'ê êrîş dike'

Asiye pirsî "Erdogan ji cenazeyan ditirse?" Asiye diyar kir ku ciwanên Kurdistanê yên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidet dane hemû deshilatiyê ditirsîne. Asiye da zanîn ku hikumeta AKP'ê ya ku tehmûla wê ji cenazeyan re nîne ti ferqa wê ji barbariya çeteyên DAIŞ'ê nîne û wiha berdewam kir: "Bi salane em aştiyê dixwazin û naxazin kes jiyana xwe ji dest bidin, lê AKP bi barbariya DAIŞ'ê êrîş dike. Erdogan vegeriyaye mekîna derewan, her gotinek wî dagirtiye ji derewan, êdî em ji yek gotina wî jî bawer nakin. Ji ber zarokên me zilima DAIŞ'ê ne pejirandine jiyana xwe ji dest dan, ji ber wê jî em li peyî berxwedana zarokên xwene û heya em wan negirin em ji vêderê naçin."

'Heya ez cenazê birayê xwe negirim ji vêderê nalivim'

Xwişka Şervanê YPG'ê Salih Aygul (Rustem Cudî) Îsmiye Augul jî diyar kir ku tenê daxwaza wan ewe cenaze teslîmî malbatan bên kirin, şervanên YPJ/YPG'ê her yek li cihê jê dayîkbûne bên veşartin. Îsmiye da zanîn ku tehmula hikumeta AKP'ê ji cenazan re nîne, jê ditirsin û wiha domand: "Bese êdî îskencê bi cenazan nekin, wan berdin. Ew ciwanên negihiştî dema ku li hember hovitiya çeteyên DAIŞ'ê şer dikirin jiyana xwe jidest dane. Em vê tirsa hikumeta AKP'ê tênagihin. Di rastiyê de armanca wan ewe bi me kurdan êşê bidin kişandin û me biqedînin, lê em naqedin. Heya ez cenazê birayê xwe negirim ji vêderê nalivim."

'Hikumeta AKP'ê ser cenazên me siyasetê dikin'

Îsmiye anî ziman ku AKP ser cenazê YPJ/YPG yiyan siyasetê dike. Îsmiye balkişand ser operasonên AKP'ê yên hatine despêkirin û wiha berdewam kir: "Hikumeta AKP'ê difikire dê bi politiyakaya helandinê we li me bike ku em dest jê berdin, lê xwe dixapîne. Em dest ji girtina cenazeyên xwe bernadin û di vê de bibiriyarin. Li çar aliyê Kurdistanê operason dane despêkirin û hewil didin me biqedînin, lê em naqedin. Ez bang li hemû gelê kurd û mirovantiyê dikim ku êdî dengê xwe nedin AKP'ê. Dema ku em deng nedin AKP'ê dê AKP tine bibe û emê ji vê zilmê rizgar bibin."

Îsmiye destnîşan kir ku bersiva wan li hember AKP'ê nete, heya cenazê xwe negirin dê 20 malbat ji deriyê sînor neçin.

(zt)