Sariye Yılmaz ji ber tevlî merasîma cenazê kurê xwe bûye hat girtin

11:56

JINHA

EDENE - Li Ceyîhanê di ser gelek malan de girtin, di serdegirtinan de dayîka 60 salî Sariye Yılmaz jî girtin binçavan. Hat diyar kirin ku ji ber Sariye beşdarî merasîma cenazê kurê xwe Şervanê YPG'ê Firat Yilmaz bûye hatiye girtin.

Li malên şaredariyê, taxên Kuçukirim û Altocak yên navçeya Ceyhana Edeneyê polisên girêdayî Emniyeta Muduriyeta Edeneyê tevahiya rojê ser malan de girtin. Bi hincetên ji sala 2014'an heya niha welatiyên beşdarî şahiyan bûne gelek kes di navê de zarok jî heyî girtin binçavan. Di nava welatiyên bi hincetên weke "endamên rêxistinê" û "bi navê rêxistinê suc kirin" de hatine girtin de dayîka Şeranê YPG'ê Firat Yilmaz (Erdal Garzan) Sariye Yilmaz jî heye.

Welatiyên hatine binçavkirin şandin Eminiyeta Muduriyeta Ceyhanê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Sariye Yilmaz a 60 salî ji ber tevlî merasîma cenazê kurê xwe bûye hatiye girtin.

(zt)