Jin li hember şer carekdin di çalakiya deng de digihin hev

12:26

JINHA

STENBOL - Jinên ku dibêjin; "Weke jin em li hember şer deng derdixin" dê li hember şer carekdin di çalakiya deng de bigihin hev.

Bi boneya şerê di van demên dawiyê de tê jiyandin endamên Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) gotin; "Em weke jin li hember şer deng derdixin" û "Dema ku tu neyê em kêmin" li hember şer çalakiyên xwe berdewam dikin. Di belavoka BÎKG'ê a li ser tora civakî de wiha bang li jinan kirine. "Roja Pêşemê saet di 19.00'an de li Meydana Khalkedon a Kadikoyê em meşa xwe lidar dixin. Di saet 17.00'an de li sitanda xwe ya Meydana Khalkedon a yê (Kilise onu) bicivin. Emê li standa xwe belavokên xwe belav kin û qurdeleyên aştiyê bi jinan ve bikin."

BÎKG'ê di saet 19.00'an de banga bi tava, zil, def, tencere, darbuka û dehol hilgirtinê tevlî çalakiyê bûnê û li hember şer, bêdengkirina çekan û aştî xwestinê deng derxistinê li hemû jinan kir.

(zt)