Dayîk û hevjînên şehîdan tecrîd şermezar kirin
13:07
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Dayîk û hevjînên şehîdan siyaseta hikûmeta Tirkiyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şermezar kir in.
Dayîk û hevjînên şehîdan ên bajarê Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û siyaseta li dijî gelê Kurd şermezar kir in. Daxuyanî li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna dehan hevjîn û dayîkên şehîdan ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdn Merdiya Mehmûd ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de siyasetên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd û bi taybet tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin ku bi vê yekê Tirkiyê dixwaze îradeya gelê Kurd ya azadîxwaz têk bibe. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Tirkiye bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zextê li ser gelê Kurd dike û wiha hate domandin: “Ev kiryarên Tirkiyê li dijî pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destnîşankin û bi vê yekê tê xwestin ku derbeyek li Şoreşa Rojava bê xistin."
Di dawiya daxuyaniyê hate gotin ku gelê kurd dê heta dawî li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bimeşe û bang li hemû sazî û dezgehên mirovî hate kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku Abdullah Ocalan serbest bê berdan.
(rc)