Tirkiye Deriyê Sînorê Ezaz girt
13:08
Tebax
11
/ 2015
JINHA
EZAZ - Duh artêşa tik ket nav axa Suriyê û Deriyê Sînorê Bab El-Selame yê di nava Ezaz û Kilisê de girt.
Çavkaniyên herêmi yên bajaroka Ezazê ji ANHA’yê re ragihandin ku Tirkiye ji duh ve Deriyê Sînor ê Bab El-Selame girtiye. Hate gotin ku biryara girtina deriyê sînor piştî ku komên çekdar ên di bin navê “tugaya Sultan Murad” û “tugaya Sultan Fatih Mehmet” de derbasî xaka Sûriyê hatin kirin pêk hatiye. Li ser biryara Tirkiyeyê, rêveberiya Deriyê Sînor a Ezazê jî biryar girt ku kesên dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin, derbas neke.
(zt)