Li Gabarê şewat berdewame gund dibin talokê denin

13:25

JINHA

ŞIRNEX - Bi rojan e leşker bênavber çiyayê Gabarê topbaran dike û di encama topbaranê de şewat derketiye. Şewat her ku diçe li derdorê berfireh dibe û ev jî jiyana welatiyên gundê derdorê dixe xetereyê.

Piştî gerîlayên HPG'ê roja 30'ê tîrmehê li hemberî Tabura Cendermeyan a Gormeçê çalakî pêk anî, leşkeran derdora çiyayê Gabarê topbaran kirin. Şewata ji ber topbaranê derketiye her ku diçe mezin dibe. Bi taybetî topbarana ji hêla Tabura Findikê û qereqolên cendermayan a Akbîrgun û Gumuşyaziyê ve her şev çiyayê Gabarê tê topbarankirin. Bajaroka Findikê û gundên Sevadî, Bana û Zivingê yên li çiyayê Gabarê bi xetereyê re rû bi rû ne. Hevserokê HDP'ê yê Basayê Hasan Şen diyar kir ku leşker nahêlin ew biçin herêma şewatê û got ku ji ber vê yekê şewat her ku diçe mezin dibe. Şaredarê Basayê jî anî ziman ku ev 2 hefte ne çiyayê Gabarê dişewite û got ku ji bo şewatê bi fermandarê Tabura Findikê re hevdîtin pêk aniye. Şaredar diyar kir ku wan destûra çûna herêma şewatê xwestine, rayedarên leşkerî daxwaza wan bi hinceta "ewlehiyê" qebûl nekiriye.

(ma-pk/zt)