'Destavêtina çekan bêhêzî û tirsa dewletê nîşan dide'
15:48
JINHA
ŞIRNEX - Bûyerên ku di 7'ê Tebexê de despê kiribûn hîn jî dewam dikin heyeta ku ji endamê KCD, HDP, İHD û Baroya Amad'ê pêk dihat îro Silopiya zîyaret kirin. Li ser navê heyetê Parlamenterê HDP'ê Nimettullah Erdogmuş got ku ew rê nedin tirsê û kar ne karê tirsê ye û sekna gelê Silopiya seknek hêjaye. Nimettullah diyar kir ku sekna dewletê tirsonekbûna wê diyar dike.
Ji ber buyerên ku ev demeke li navçeya Silopiya ya Şirnexê di qewimin heyatek din a HDP'ê Silopiya ziyaret kir. Heyata ku ji parlementerên HDP'ê a Amedê Çaglar Demîrel, Nimettullah Erdogmuş, İmam Taşçıer, Parlamantera Mêrdînê Gulser Yildirim, parlementerên Şirnex'ê Faysal Sariyildiz, Leyla Birlik, Aycan Îrmez, Hevseroka Şaradariya Silopya Emine Esmer, Serokê Baro'yê Abdullah Çaxer, endama İHD'ê Vetha Aydin û hevserokên HDP û DBP'ê tevlî heyetê bûn. Heyata ku çû taxa Zapê malê hatî, şewitandin, gûlebaran kirin ziyaret kirin. Malbatên ku zarokên wan hatine birîndar kirin ziyaret kirin. Dure jî heyet çû mala Mehmet Xidir Tanboxa, Hamit Ulaş û Kamuran Bilin ziyaret kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin û malbatan jî sersaxiyê ji gelê kurd re xwestin.
'Ev çi mislimantiye'
Di dema ku heyet ziyarata xwe dewam dikir şênêyên taxê hatin cem heyetê û pirsgirêkên xwe anîn ziman. Şêniyên ku ev çend rojin malên wan tên gûle baran kirin diyar kirin ku gule di ber serê wan de diçin û ew êdî nikarin li malê xwe rabikevin. Şêniyên ku durekên wan yên ceyranê ji aliyê panzêra ve hatine ruxandin, bê av û ceyran mane alikarî ji heyetê xwestin. Disa dema heyet di geriya jinek bi quranê derket pêşiya heyetê û wiha got: "Quran ji bo tiştek pîroze, Quranê jî gûlebaran kirine ma ev mislimantiye." Disa jina bi navê Sabîha Kabul jî ji heyetê re got ku polisan bi seatan wan rehîn girtine û ji ber ku wan derî venekireye polisan deriyê wan qul kiriye. Sabiha diyar kir ku polis destê wê bi derî ve şidandiye û lê heqaretên mezin kiriye.
'Sekna Silopiya seknek hêja ye'
Heyet dema çu Mala Hamît Ulaş Parlementerê HDP'ê Nimettullah Erdogmuş axivî û diyar kir ku heqiqet ji her tiştî mihîmtire eger rêya ku meriv pêde diçe neçe heqiqetê tu wateya wê tune ye. Nimettullah da zanin ku rêya dewletê ne rêya heqiqetê ye û wiha got: "Wê çaxê tu wateya mislimantiya wan, nimêj û rojiya wan tune ye." Nimettullah anî ziman ku ew şahidê hemû nehqiyan e û ev tişt got: "Dewlet ji bo ku gel bi tirsîne dest avêtiya çekan ev rewş bê hêzî û tirsa dewletê nîşan dide." Nimettullah got ku karê aşitiyê ne karê tirsonekan ne û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Sekna gelê Silopiya seknek hêjaya ev sekan we nişan dide ku hûn mafdarin em vê sekna we silav dikin."
Gera heyetê ya li bajêr dewam dike.
(pk-md/zt)