Li hember tecrîdê ciwanên Rojava hamleya çalakiyan dan despê kirin
16:49
JINHA
EFRÎN - Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ciwanên Rojava li hemberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê hemle dan despêkirin. Hemle heta 10 Îlonê dê bidome.
Di çarçoveya kar û xebatên Yekîtiya Ciwanên Rojava de û bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirkiye yê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemleya têkoşînê li Kantona Efrînê dan despêkirin. Derbarê hemleyê de Endamê Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ciwanên Rojava Jîndar Dilsoz agahî da.
Jîndar diyar kir dewleta Tirkiyê polîtîkayên şer xistiye dewrê û bi alîkariya çeteyan li dijî gelê Kurd şer dike. Bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide vîna azad a gelê Kurd bişkîne û tecrîdê li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kur dike. Jîndar destnîşan kir ku ev 16 sal in dewleta Tirkiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xistiye tecrîdeke dijwar. Jînda wiha got: “Bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo Yekîtiya Ciwanên Rojava li Kantona Efrînê hemleyek daye destpê kirin.”
'Hemle li seranserî Kantonê dê bidome û dê di sê qonxan re derbas bibe'
Jîndar diyar kir ku di qonaxa yekemîn a hemleyê de dê biruşor bêne belavkirin û pankartên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bêne daliqandin. Di qonaxa duyemîn de jî dê li seranserî herêmê semîner û sînevîzyonê derbarê fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bêne pêşkêş kirin. Di qonaxa sêyemîn de jî dê çalakî û xwepêşandanên mezin bêne organîze kirin.
Jîndar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî çalakiyên hemleyê bibin.
(rc)