Sariye Yılmaz serbest hat berdan

17:58

JINHA

EDENE - Li Ceyhana Edeneyê dayika şervanê YPG'ê Firat Yilmaz, Sariye Yilmaz a 60 salî ji ber tevlî cenazeyê kurê xwe bibû hatibû binçavkirin serbest hat berdan.

Li navçeya Ceyhana Edeneyê îro danê sibê polîsan bi ser mala dayika 60 salî Sariye Yilmaz de girtin û ji ber tevlî cenazeyê kurê xwe Firat Yilmaz di şerê hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû bûye hat binçavkirin. Dayika 60 salî Sariye Yilmaz birin Midûriyeta Polîsan a Ceyhanê. Piştî kar û barê li midûriyetê qediya ji bo îfadeyê derxistin dozgeriyê. Sariye piştî îfadeyê serbest hat berdan. Hat ragihandin ku lêpirsîna 2 jê zarok 6 welatiyên hatibûn binçavkirin li midûriyetê berdewam dike.

(zt)