Heyeta HDP'ê lêkolînên xwe bi daxuyaniyekê bidawî kirin

19:31

JINHA

ŞIRNEX- Heyeta HDP'ê ya ku ji bo lêkolînên li ser êrîşên polîs û tîmên taybet her wiha ji bo ziyareta malbatên di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hatibûn Silopî ziyaret û lêkolînên xwe bi dawî kirin.

Heyeta HDP'ê ya ku ji bo lêkolînên li ser êrîşên polîs û tîmên taybet her wiha ji bo ziyareta malbatên di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hatibûn Silopî ziyaret û lêkolînên xwe bi dawî kirin. Heyeta HDP'ê ku ji parlementerên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demirel, İmam Taşçier, Nimettullah Erdogmuş, Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim, Endama KCD'ê Aynur Ozgun, Endama İHD'ê Vetha Aydin, û Parêzerê Baroya Amedê Abdullah Çagar piştî ziyaret û lêkolînên xwe li gel Parlementerên HDP'ê yên Aycan İrmez, Leyla Birlik û Ferhat Encû, Hevşaredara Silopî Emine Esmer û hevserok û rêveberên HDP'ê yên Şirnex li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Parlementer Çaglar Demirel got ku ew weke heyet ji bo buyerên di rojên dawî de li Silopî pêk hatîn lêkolîn bikin hatine û wiha axivî; "Me xwest êrîşên kul i Silopî pêk hatine lêkolîn bikin û bibêjin gelê xwe em bi we re ne. Em ji ber vê yekê hatin û me gelê xwe ziyaret kir."

'Bi erka ku dewletê daye polîs gelê me qetil dike'

Çaglar bi lêv kir ku ew tiştên ku li ser gelê Silopî hatine meşandin qet qebûl nakin û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Ev êrîş biryara dewletê, hikumeta AKP'ê û Serokomar Erdogan e. Piştî hilnijartinê Lijneya Wezîran a demî rûnişt û ji bo ku van pêkanînên der hiqûqî pêk bîne peywir da polîs û waliyan." Çaglar anî ziman ku wehşeta hatiye jiyîn bi çavê xwe dîtine, ji gel guhdar kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Derî bi panzêran hatine şikandin û dîwar bi balyozan hatine şikandin. Xwestine gel bêxin bi bandora tirsa û gelê me qetil kirine. Tişta ku me li vir dîtî ev e. Lê gelê me van pêkanînan qebûl nake. Di salên 90'î de yên kuştin dikirin xwe diveşartin lê îro li Silopî polîs ji wesayîtên xwe peya dibin û bi awayekî vekirî gelê me qetil dikin. Bi erka ku dewletê daye polîs bi awayekî gelê me qetil dike."

'Êdî tehamula gel nemaye'

Çaglar diyar kir ku tişta li gelê Silopî tê kirin îşkence û faşîzme û axaftina xwe wiha domand; "Kesên ku îro hatine binçavkirin ji salên 90'î pêtir îşkence li wan tê kirinê. Ev hemû li ber çavan in û dîsa mal tên şewitandin û bombekirin. Weke hemû gelê kurd, gelê Silopî jî di salên borî de tiştên ku îro têne jiyandin, jiyane. Lê li ber van hemû zordariyan gel serê xwe ne tewand û na tewîne." Çaglar da zanîn ku gel êdî dibêje em destûrê nadin ku zarokên me bi kêfî werin girtin û wiha pêde çû; "Gel êdî naxwaze di bin zordariyê de jiyan bike. Ji ber vê yekê ez jî dibêjim ku divê êdî ev konsepta şer bê dawîkirin û ji bo aşitî were pêkanîn. Em ji vir dibêjin hikumeta demî êdî li hember vî gelê şer nedin destpêkirin. Êdî tehamula gel nemaye û hûn jî gel nedin zorê."

Çaglar di berdemiya axaftina xwe de got ku divê dewlete careke din bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi muzakereyan bike û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin; "Me li vir bi qeymeqam re jî hevdîtin pêk anî û temeniyê xwe yên aştiyane parve kirin. Em ji vir careke din dibêjin divê dewlet bi Birêz Ocalan re careke din muzakereyan bide destpêkirin û ji bo aştiyê gav biavêje."

Çaglarherî dawî bang li hemû Saziyên Civaka Sivîl kir ku werin Silopî û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Tiştên ku me li vir dîtîn û gel ji me re anî ziman di roj pêş de em dê ji hemû raya giştî û rayedaran re parve bikin. Em bang li rêxistinên sivîl û rêxistinên jinan dikin ku werin Silopî û êrîşên hatine pêkanîn lêkolîn bikin."

Piştî daxuyanî heyeta HDP'ê ber bi Amedê ve ket rê.

(ma-pk/zt)