' Cenazeyan bila nekin lîstokên siyasetê'

09:20

Nurcan Yalçın / JINHA

AMED - Piştî Silopî li sînorê Pirsusê malbatên 23 şervanên YPG û YPJ'ê li benda girtina cenazê zarokên xwe ne. Nûnerên MEYA-DER'ê diyar kirin ku sepandinên ser cenazeyan dikin di tû ol û hiquqê de nayê pejirandin, divê cenazeyan nekin lîstokên siyasetê û bidin malbatên wan.

Li Deriyê Sînorê Murşîtpinarê 9 rojin cenazeyên 23 şervanên YPG/YPJ'ê tên rawestandin. Malbatên cenazeyan li sînorê Pirsusê li benda wergirtina cenazeyan in. Parlementer û saziyên civaka sivîl ji bo wergirtina cenazeyan hevdîtinan dikin. Li hember kirinên dermirovane yên ser cenazeyan tên kirin bertekên gel û saziyên civaka sivîl berdewam dikin. Seroka MEYA-DER a Amedê û Berdevka MEYA -DER a Sêrtê Bêrîvan Karakoyun konsepta şer a ku Serokomar Recep Tayip Erdogan û AKP'ê li Kurdistanê dane destpêkirin lanet kirin û bang li wan kirin ku dev ji van kirinên xwe berdin.

'Di vî şerî de xwîna zarokên wan nayê rijandin'

Bêrîvan Karakoyun diyar kir ku di şerê 40 salan de kurd tekoşîna azadî, nasname û çanda xwe didin û got: "Aliyê dinê jî bi îsrar dibêje; 'Heya em we tine bikin em ê şer bikin.' Hewildidin ser tinekirina Kurdan xwe bidin jiyandin. Ev konsepta şer e. Serokomar Recep Tayip Erdogan li ser xwîna vî gelî saraya ji 660 jureyan pêk tê çêkiriye, di hûndirê wê de rudine û li aliyê dinê jî qala demokrasiyê dike. Dema ku yek aştî û demokrasiyê bixwaze, xwe ji gelê xwe cuda û bilindtir bibîne, tê wê wateyê ku ew aştiyê naxwaze. Ji xwe di vî şerî de xwîna zarokên wan narije. Ev gotin di heman demê de ji bo Davutoglu jî derbasdare."

'Êdî Kurd ne yên dema salên 90'î ne'

Bêrîvan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji hikumetê êdî ti hêviyên me nemane. Em bang li hemû dayîkan dikin ji bo aştiyê bên li gel me bisekinin. Em niha bi dîmenên salên 90'an ew hovitiya dihat kirin re ru bi ru ne. Di vê germa havînê de bi heftiyane li ser sînor cenaze li benda girtinê ne. Ev hişmendî heman hişmendiye. Lê bila baş bizanibin ku êdî Kurd ne kurdên salên 90'î ne. Êdî bi her awayî Kurd şiyar bûne. Em vê hişmendiyê bi tûndî şermezar dikin. Ev nêzîkatiya wan nayê pejirandin. Me her dem li hember hovîtiya dewletê sekna xwe nîşan daye. Em niha jî li pê şehîdên xwe ne û em ê serî netewînin. Çî dibe bila bibe em ê tekoşîna xwe heya dawiyê bidin."

'Ya hikumeta AKP'ê dike nakeve tu olan'

Leyla Dîcle jî anî ziman ku tehamula hikumeta AKP'ê ji cenazeyan re nîne û axaftina xwe wiha domand: "Ya ku hikumeta AKP'ê dike ne li gorî pirtûkên her 4 olane jî. Em carek din van nêzîkatiyan nalet dikin. Bila destê xwe ji cenazeyên me bikişin. Bila carek din dilê dayîkên me neşewitîne. Bi van nêzîkatiyên xwe êşa dayîkên me qat qat zêde dikin. Ev 40 sale em di nava vî şerî de ne û her roj cenazeyên zarokên Kurdan tên. Bila li gorî siyaseta xwe ya qirêj nêzî cenazeyan nebin. Divê demek ji ya din zutir dest ji van nêzîkatiyên xwe berdin."

'Tehamula wan ji hebûna Kurdan re nîne'

Ayşe jî bilêv kir ku heya jin cenazeyan negirin dê dest ji çalakiya sînor bernedin û wiha dom kir: "Dayîk dibêjin; 'Ji vêderê cenazê me jî derkeve heya em cenazeyê zarokên xwe negirin em naçin.' Niha di Meclisa Tirkan de 80 parlementerên me hene, ew parlementer di heman demê de nûnerên Kurda ne, lê meclis hebûna Kurdan jî napejirîne. Êdî tehamûla wan ji hebûna Kurdan re jî nîne. Heger hikumet vê helwesta xwe berdewam bike bila baş bizanibe dê rojekê destê xwe dirêj bike yên destê wan bigire nebîne."

(zt/ch