YDG-K: Pêşxistina parastina cewherî mafê me yê rewa ye
09:46
JINHA
AMED - Jinên Ciwan û Welatparêz ên Şoreşger (YDG-K) diyar kirin ku ew li hember politikaya AKP'ê ya şer gel amade dikin û bang li hemû jinên ciwan kirin ku parastina cewherî bi hêz bikin û dakevin qadan.
Li hember konsepta şer a AKP'ê ya bi operasyonên qirkirina siyasî, gund û bajar xistina bin çemberê, şewitandina daristanan û zêdebûna êrîşan ji her kesîmên gel parastina cewherî pêş dikeve. Endamên YDG-K'ê dan zanîn ku ew li hember êrîşan amade ne, li gora wê rêxistina xwe di nava taxan de ava kirine. YDG-K a ku di serî de li hember qirkirinên jinan û şidetê weke hêza parastina cewherî hatîn avakirin, li hember êrîşên ser gel jî peywira xwe digirin ser xwe.
'Em ê bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe bidin'
Bi navê YDG-K'ê Yekta Ardil diyar kir ku azadî li çiya û nava kolanan e, li ser vî bingehê banga beşdariya tekoşînê li hemû jinan kir û got: "Em wek pêşengên şoreşê YDG-K, hemû darbeyên ku di kesayetiya Serokatiya me de li ser gelê me hewildidin bikin red dikin. Ji bo bi fîzîkî azadiya Rêbertiya xwe û li hember yên dixwazin jinên ciwan tine bikin bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe danê em bang li hemû jinên ciwan dikin ku derkevin çiyayên azad. Ji ber azadiya jinên ciwan bi azadiya Rêbertiya me derbasdare. Çawa ku gul bi sitiriyên xwe parastina xwe dike divê jinên ciwan jî bi parastina cewherî li her qadê parastina xwe bikin. Dê jinên ciwan ên ku li Rojava pêşengiya şoreşê dikin li Bakur jî hêza xwe nîşan bidin. Em ê mertalên xwe yên parastina cewherî bi rêxistinbûnê bi hêz bikin."
'Azadiya jinê azadiya Kurdistanê ye'
Yekta anî ziman ku tenê parastina cewherî ne fîzîkîye di hişmendiyê de jî divê bê pêşxistin û wiha berdewam kir: "Weke jin û hem ciwan berpirsiyariya me zêdetir dike. Em ê li her tax û kolanê vê berpirsiyariya xwe bînin cîh. Li her qadê pêşxistina parastina cewherî mafê me ye, yên li hember vê bibin asteng em ê li hember tekoşînê bikin. Çi bi kolana xendekan, çi bi perwerda me girtîbe li her derê em ê vê tekoşînê herî baş bi hêza ku me ji Rêbertiya xwe girtiye pêş de bibin. Ji bo pêşdebirina parastina cewherî em bang li hemû jinên ciwan dikin derkevin çiya û kolanan. Weke Rêbertiya me jî gotiye azadiya jinan azadiya Kurdistanê ye. Em ê tola hemû tiştên ku dewleta faşîst bi me dayî jiyankirin li her derê rakin."
(zt/ch)