Yekitiya Star li Dêrikê konferansa xwe lidarxist

09:53

DÊRİK - Yekîtiya Star li Dêrikê bi dirûşma "Azadiya jinê bingeha hemû azadiya ne" konferansa xwe ya 2'emîn lidarxist.

Konferansa 2'emîn a Yekîtiya Star li Navenda Çand û Hûnera Dicle ya bajara Dêrikê hat lidarxistin. Salona konferansê bi wêneyên jinên çelengên şoreşa Rojava hate xemilandin. Di konferansa bi dirûşmeya “Azadiya jinê bingeha hemû Azadiya ne” hat li dar xistin de 170 jin bi cil û bergên xwe yên kurdî hat li darxistin. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Star Tekoşîn Ehmed ve hat vekirin. Têkoşîn konferansê li tevahî jinên Rojavayê kurdistanê re pîroz kir û wiha got: “Jinên Rojavayê Kurdistanê heta xwe azad nekin, civaka me ya Rojava jî azad nabe.” Têkoşîn her wiha destnîşan kir ku bi saya Arînan û Viyanan îro li Rojava jiyan dikin û wiha got: “Em ê her tim şagirtê Arînan bin, emê xwe bigihînin hemû jinên Rojavayê Kurdistanê yên bindest ku mafê xwe bixwazin. Heta ku jinek bindest hebe em ê têkoşinê bidin.”

Piştî axaftina Tekoşîn nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan beriya niha demekê ji bo jinan şandibû hat xwendin. Piştre rapora kar û barê Yekitiya Star ya salekê hat xwendin. Konferas bi hilbijartinê bi dawî bû.

(zt/ch)