Li Şirnexê polîsan ser mala hevserokan de girtin

09:57

JINHA

ŞIRNEX- Li Şirnexê malên hevserokên DBP û şaredariyan jî di navê de polisan ser 10 malan de girtin. Di serdegirtinan de 3 kes hatin binçavkirin.

Piştî qetlîama Sîlopî Meclîsa Gel a Şirnexê daxuyaniya "Dê tu rayedarên dewletê nikare me bi rê ve bibe, Em wan nas nakin, em ê xwe bi rê ve bibin" dabû û li ser vê yekê Serokomar Tayyîp Erdogan bersiva "dê bedel bidin" dabû. Piştî vî daxuyaniya Erdogan li Şirnexê serê sibehê polîsan bi ser malên hevserokên bajar û hevşaredar jî hene de girtin. Polîsan bi ser malên Hevşaredarên Şirnexê Eylem Onuk, Serhat Kadirhan, Alîkarê Hevşaredarên Şirnexê Murat Kabul, Endamê Meclîsa Şaredariyê Kamîl Kulper, Hevserokê DBP'a Şirnexê Salîh Gulenç, Zozan Anik, Hevserokê DBP'ê yê navçeya navendî ya Şirnexê Ramazan Ugur, Rêveberên DBP'ê Leyla Îşlek, Salîh Urek, Serokê ÎHD'a Şirnexê Emîrhan Uysal de bi awayeke hemwext girtin. Salîh Urek, Kamîl Kulper û Leyla İşlek di serdegirtinan de hatin binçavkirin.

(zt/ch)