4 jinên Turkmen ji ber 'bi kesk sor û zer dîlan girtine' hatin girtin
10:46
JINHA
RIHA - Li Xelfetiyê 4 jinên Turkmen ên ku di dawetekê de li ber stranên "Bijî Kurdistan" bi filamayên kesk, sor û zer dîlan gerandine hatin binçavkirin.
Li navçeya Xalfetiya Rihayê taxa Turkmen a ku piranî welatiyên Tirkmen lê dijîn di 8'ê Tebaxê de jinên bi navên Esma, Makbule, Hava Erel û Gulşen Çîl ên ku di dawetekî de bi strana "Bijî Kurdistan" û bi flamayên kesk û sor û zer govend gerandine hatin binçavkirin. Hat zanîn ku zarokek Hava Erel a 3 mehî jî heye.
Taxa ku 4 jin lê hatin girtin bi tevahî ji Turkmenan pêk tê. Taxê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jî dengê xwe dabûn HDP'ê. Tê payîn ku jin sibê sewqî dozgeriyê were kirin.
(zt/ch)