Mêrê tacîzkar li taxê bû sedema nerazîbûnan

12:26

JINHA

AMED - Mêrê ku temenê wî li dora 35-40'î ye li Taxa Şeyhşamil ji ber ku îstîsmara zayendî li hember zarokan dike, niştecihên taxê xistiye nava tirsê û dilneriheti yê. Welatî diyar kirin ku ew êdî newêrin zarokên xwe bibin parqê û daxwaz kirin ku êrîşkar bê girtin.

Welatiyên Taxa Şeyhşamil a navçeya Rêzan a Amedê, ji ber tacîzkarê zarokan mêrê 35-40 salî li taxê digerê gelek dilnerihetin. Welatî diyar kirin ku, kesê ku nêzî 2 mehin li kolanên taxê digere û îstîsmara zayendî li hember çend zarokan pêk aniye. Welatî anîn ziman ku ew ji vê rewşê bi tirs û gumanin ku zarar bide zarokan û daxwaz kirin ku ev buyer bê çareser kirin.

Hat diyar kirin ku, mêrê ku zarokan tacîz dike berî 2 hefteyan zarokek 10 salî tacîz kiriye. Xaltîka zaroka N.O. anî ziman ku wê xwarziyê xwe şandiye nan bistîne. Piştre dengê qîrînê ji avahiyê bihîstine, li ser vê yekê dema dadikevin jêr dibînin ku mêrek bejin kurt, esmer û bi rihe ji deriyê avahiyê direve.

'Zarokan bi kêrê dide tirsandin'

N. O. dema ku ji xwarziya xwe dipirse ku çi bûye wiha bersiva xaltîka xwe daye, "Ew mêr li ber derê avahiyê bû gazî min kir û got 'ezê telefon bidim te vê bibe bide heskiriya min bila kes nebîne. Were ezê li ber derê avahiyê bidim te'. Min bir qata binî û destê min girt û kişand. Got 'Eger tu qîrbikî ez ê bi kêrê li te bidim'."

'Êdî zarok nikarin biçin parqê jî'

N.O. da zanîn ku çend zarokên din rastî îstîsmara cinsî hatine û got: "Li Huzurkentê jî bûyerek bi vî awayî pêk hatibû. Êdî em bi roj jî guman dikin ku zarok derên kolanê. Em dixwazin tacîzkar bê girtin êdî zarok nikarin biçin parqê jî."

(rc/ch)