Li Silopî sekvan gulebaranê berdewam dikin

12:42

JINHA

ŞIRNEX - Di saetên serê sibê de li Silopî dengê çekan bilind dibû. Sekvanên li ser banê gelek avahiyan bi cîh bûne li ser gel gûlebaranê pêk tînin.

Li taxa Zapê ya navçeya Silopî ya Şirnexê li hemberî zext û operasyonan gel bi armanca parastina xwe ya cewherî bikin xendek kolandin. Di 7'ê Tebaxê de polîsan bi wesayîtên zirxî ji bo xendekan bigirin êrîş li taxan kir û di êrîşa bi çek de 3 welatî qetilkirin, bi dehan welatî birîndar kirin û gelek mal şewitandin. Li navçeyê ji 7'ê Tebaxê heya niha gengeşî bi dawî nebûye û li navçeyê dengê çekan her tim tê û dema şev bi ser bajar de hat dengê çekan zêde dibe. Sekvanên li avahiya Amîrtiya Buroya Kontrol Tescîl a Trafîkê û Midûriyeta Polîsan a Navçeyê bi cih bûn şevê her tiştê tevdigere gulebaran dikin. Welatî ji bo nebin hedefa sekvanan hêj roj avanebûyî dikevin malên xwe û ji ber dîrekên ceyranê hêj nehatine çêkirin beşek tax bê ceyran e.

Li sîwanên lojmanên leşkeriyê çekên giran hatin bicihkirin

Li hemberî dengê çekan caran dengê teqînan jî tevlî dibe û teqîn ji 72'emîn Fermandariya Tugaya Xizrî tên û tê gotin girên di navbera Silopî û Çiyayê Cudî de dimînin tên topbarankirin. Girên tên topbarankirin di heman demê de ji aliyê helîkopteran ve jî tên gulebarankirin. Hat dîtin ku li ser lojmanên 72'emîn Fermandariya Tugaya Zirxî çekên giran ên weke Doçka lê cihkirin.

Li bajaroka Tilqebîn jî 2 TIR li ser pirê hatin rawestandin û hatin şewitandin. Ji ber şewatê Rêya Îpekê ji trafîkê re hat girtin.

(zt/ch)