Jina dûcanî bû mertalê zindî

14:45

Asya Tekîn - Mîzgîn Tabu/JINHA

AGIRÎ - Jin li çiyayê Tendûrekê, piştî biryara '' Herema Ewlehiya Leşkerî ya demborî '' ev hefteyeke nobeta aşitiyê digrin. Naîle Bariş a dûcaniya 3 mehî ye û keçikek wê jî di refên PKK'ê de ye nobeta aşitiyê digre wiha axivî: '' Em 3 kes li vir nobeta aşitiyê digrin. Ez, zaroka di zikê min de û keçika min a gerilla''

Dema Walîtiya Agirî çiyayê Tendûrek û Agirî de di 5'ê Tebaxê de ilana '' Herema Ewlehiya Leşkerî ya demborî '' kir di heman deme de çakakiyên mertalên zindî jî dest pê kir. Li tapikên çiyayê Tendûrekê li heremek bêdar 2 konên mertalên zindiyên ji bo jin û mêran hene. Jinên kû ji bo kû zarokên wan edî jiyana xwe ji dest nedin bûne mertalên zindî bi şev û roj bi vê daxwazê,têkoşîn û dûayan dikin. Dayîka gerîllayek ku li Çiyayê Tendûrekê disekine got "Mertala zindî a herî biçûk pitika di zikê min de ye. Ez li tapikên van çiyayan de giraniya aşitiyê ferî pitika xwe dikim"

"Dê loma bikin hatina min a bi pitika zikê min re"

Naîle wiha berdewam kir "Ez şerm dikim kû bêjim dûcanî me, dê loma bikin ji hatina min a bi pitika zikê min re lê kesên kû loma dikin bahozên di dilê min de nizanin,nizanin agahiya mirina zarokên me çiqas dijwar e"

"Ez nizanim rewşa pitika min dê çawa bibe"

Naîle Bariş a 9 zarokan li mal hiştiye û hatiye bûye mertala zindî, got heta kû aşitî bê ez ê li van çiyayan li ber xwe bidim. Naîle dema di goyînê de bombebarana çiyê a helîkopteran vegot, dibêje "Dema ew bombe dihatin avêtin em li vir di goyîn de bûn. Ez pir tirsiyam kû dê kûştin pêk were û ji bo leşker û gerîllayan min dest bi dûayan kir. Piştre min balafirên şer ê Tirkiyê kû li Zergeleyê jinek dûcanî di bombebaranê hatibû qetilkirin dît pitika zikê xwe fikirîm. Pitika min jî hê nezaye û rewşa wê dê çawa ve nizanim."

"Keça min li çiyan ez û pitika xwe li vir goyîn digrin"

Naîle got "Em 3 kes li vê derê goyîna aşitiyê digrin.Keça min li çiyan ez û pitika zikê xwe jî li tapikên çiyayê Tendûrekê goyîna aşitiyê digrin".

"Em ê zarokên xwe bi wan nedin kûştin"

Naîle ya kû li tapikên çiyayê Tendûrekê xwe bi pêçandina pitika zikê xwe û hembêz kirina çiyayan hêviya aşitiyê mezin dike ji bo çi dixwaze kû şer bidawî bibe bi van gotinan vegot: "Ez dayîka 10 zarokanim, niha keçek min li çiyê ye, zaroka min a 11. jî 3 mehî di zikê min de ye. Di van şert û mercên dijwar de tevî dûcaniya xwe ez ji bo aşitiyê hatime vir. Dema em li vê derê di goyînê de bûn çiyayê Tendûrekê bombebaran kirin. Ez û pitika xwe niha li vê derê Ji bo keça min û zarokên dayîkên din nemirin bûn mertalên zindî. Ewlehiya canê me her dûyan jî tûneye heta ê keça min a çiyê jî tûneye. Jina dûcaniya gûndê Zergelê jî di bombebaranê de bi pitika xwe re hat kuştin.Ez wek dayîkek dixwazim kû ev şer di demek pêşî de bi dawî bibe.Em ê zarokên xwe bi wan nedin kuştin."

"Mertala zindî dê zindî bizê?"

Li çiyayê Tendûrekê dema tarî dikumişî, jinên kû heviyên aşitiyê wek ronahiya rojê zelal digirin pirsa ''dê kengê şer bidawî bibe? Dê dîsa bi ser me de bombeyan bireşînin?'' dikin. Naîle jî destên xwe datîne ser zikê xwe û dibêje "Gelo dê zaroka min zindî bizê?" û li benda anînên roja nû ye.


(ks/ch)