Endamên tendûristiyê: Ewlehiya jiyana me tune ye
15:10
JINHA
ŞIRNEX - Heyata ku ji endamê tendûristiyê pêk dihat ji ber gule barandina nexweşxaneyan û zextên ser kedkarên tendûristiyê tên kirin lêkolîn bikin hatin Cizîrê. Heyetê got ku tenduristî qadek xweser û taybet e pêwiste him civak him jî dewlet hesas nêz bibe. Kedkarên tenduristiyê jî diyar kirin ku ew gelek caran dibin hedefa polîsan û ewlehiya jiyana wan tûne ye.
Heyata ku ji Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Odaya yekîtiya Tabîban, SES, Komeleya Psikîyatristên Tirkiyê pêk dihat bi armanca hin hevditinan bikin hatin Cizîrê. Wek tê zanîn di demên dawî de li nexweşxaneyên Cizîr û Silopî û Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hatin gulebarankirin û disa polîsan zext li ser welatî û kedkarên tendûristiyê kirin. Heyeta ku duh li Nisêbînê lêkolînên xwe kir îro di seatên sibê de bi qeymaqamtiya Cizîrê û bi serbijişkê Nexweşxana Cizîrê re hevdîtin pêk anîn. Heyet piştî hevdîtinan li qantîna nexweşaxanê bi kedkarên tenduristiyê yên Cizîrê re hatin cem hev û li pirsgirêkên wan gûhdarî kirin. Kedkarên tendûristiyê diyar kirin ku serbijişk û midûrê nexweşxanê destur neda ew li salona konfaransê ya nexweşxanê bi heyetê re hevdîtin pêk bînin û ev yek tirs û tramvayek mezin e. Dîsa kedkarên tenduristiyê yên beşa lezgîn jî gotin ku ewlehiya jiyana wan tune ye û li cihê bûyerê polîs zextan li ser wan dikin.
‘Mafê nexweş tê binpê kirin’
Li vê derê sekreterê giştî yê wekfa mafê mirovan a Tirkiyê Metîn Bakalcî axivî û diyar kir ku wezifa doktor ew e ku jiyana mirovan xelas bike û wiha got: ”Lê mixabin di demên dawî de şerek heye û mirov tên kuştin lê di rewşê awarte de çi dibe bila bibe nexweşxana qadek xweser e.” Metin destnîşan kir ku pêwiste hemû civak li hember kedkarên tendurîstiyê hessas tevbigere û wiha pê de çû” Dema polîs têkeve nexweşxanê mafê nexweş binpê dike. Em lê dinirên jimara kesên ku tên nexweşxanê gelek kêm bûne. Bi rewşê mafê nexweşan ji destê wan tên stendin.”
‘Xebatkarê tenduristiyê di bin tramvayê de ne’
Li ser navê Komelaya psikyatristên Tirkiyê jî Atike Çita axivî û diyar kir ku xebatkarê tenduristiyê li vê derê di nav şert û mercê nexweş de dixebitin û tiştê ku rast tên û dibin şahid di derûniya wan de dibe tramvayek mezin. Atika da zanin ku ji bo ew û xebatkarê vê derê di nav hevpariyek de bixebitin amade ne.
Herî dawî jî rêvebirê SES’ê yê giştî Fikret Çaglayan axivî û diyar kir ku di xwezaya hekiman de xelaskirina jiyana mirovan e û ev yek li dîjî şer e û wiha axivî ev 40 sale şer li ser vê erdinigariyê tê meşandin. Her jiyanek ku em xelas dikin derbeyek li şer dixe. Em ê her roj jiyana mirovan xelas bikin û em ê her roj li vî şerî bixin.
Heyet piştî axaftinan ji bo lêkolînê derbasî Silopî bûn.
(ma-pk/ch)