Li Erxeniyê Meclisa Jinan hat avakirin
19:08
JINHA
AMED - Ji bo ku zêdetir jin bibin xwediyê mafê gotinê li Erxeniyê meclsia jinan hat avakirin.
Li navçeya Erxeniya Amedê jin diçin meclisbûnê. Ji aliyê Şaredariya Erxeniyê ve ji bo hîn zêdetir jin bibin xwediyê mafê gotinê meclisa jinan hat avakirin. Di civîna li Salona Konferanê ya Şaredariyê hat lidarxistin Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin cîgira wê Gulistan Polat, endamên meclisa şaredariyê û xebatkarên dibiniya şareariyê de dixebitin beşdarbûn.
Di civîna dibin pêşengiya Aygun Taşkin de hat lidarxistin de ser pirsgirêkên jinan nava navçeyê û çareseriya wan nîqaş hatin kirin. Aygun nirxandin kir û got: "Emê ked û serketinên jinan di nava meclisê de bi hev re derxin holê. Emê dibiniya meclisê de xebatên xwe berfireh bikin û xwe bigihînin hemû jinan."
Dê 7 jinên dibiniya Şaredariya Erxenî de xebat dikin di nava meclisê de polîtîkaya jin bi nasnama xwe ked kirin û jiyankirinê avabikin.
(zt)