‘Em gûndê xwe naterikînin’

10:39

JINHA

ŞIRNEX- Dewlet dixwaze gûndê ku di salên 90’î hatin valakir disa vala bike lê Gûndiyê Cifane yê girêdayê Cizîrê dibêjin eger xwina wan jî li ser vê axê birje ew gûndê xwe terk nakin.

Di salên 90’î de gelek gûnd hatin vala kirin û şewitandin. Niha jî li Çiyayê Cudî û Gabarê her roj di encama bombebaran û gûlebarana de agir derdikevin. Ev agir ne ji alî rayedaran ve tê tefandin, ne jî destûra gûndiyan tê dayîn ku bitefînin. Disa li Şirnex’ê gelek cîh wek 'Herêmên ewlehiyê' hatine ilan kirin. Gûndiyên ku piştî derketina zagona “Vegara gûndan” vegeriyan gûndê xwe û gûnd ji nû ve ava kirin dîsa ji wan tê xwestin ku gûnd vala bikin. Yek ji van gûndan gûndê Cifan ya girêdayê Cizîrê ye gûndî dibêjin ku ji wan hatiye xwestin ku gûnd vala bikin lê tevî ku derdora wan gelek caran tê topbarankirin jî ew axa xwe bernadin. Heyata ku ji endamên Platforma Şopandina Koçê Nejat Taştan, hevserokê GOÇ-DER a Amedê Fatma Esmer û Yilmaz Kan, Rêvebirê GOÇ- DER a Stenbolê İlyas Erdem û hevserok û rêveberê Botan GOÇ- DER’ê pêk dihat bi gûndiyan re hevditin pêk anî. Heyetê diyar kir ku dewletê di salên 90’î de jî gûndan vala kiriye û piştre jî vê şaşitiyê qebûl kiriye,ne pêwiste ku van şaşitiyan were dubarekirin.

‘Eger em bimrin bila em li ser axa xwe bimrin’

Jinên gundê Cifanê dan zanîn ku li bajaran nikarin debara xwe pêk bînin û gotin : '' Heger em bên kuştin jî em dixwazin li ser axa xwe bên kuştin.'' Jina bi navê Eyşe Bezek anî ziman ku ew 7 salin vegeriyane gûndê xwe û ji nû ve dar çandine û dest bi xwedîkirina sewalan kirine û wiha berdewam kir: ” Bişev tên derdora me bi helikopteran bomberan dikin lê em ê disa jî neçin, em ji ciwanan ne çêtirin bila ciwan neyên kuştin.” Ayşe ji bo sekinandina şer bang li Erdogan kir û wiha axivî: ” Ev xwin bi vî awayî berdewam nake, bese êdî hêstir ji çavê dayikan dibare.” Eyşa behsa salên 90’î û valakirina gûndan jî kir û got: ''Hatin ji me re gotin ‘Di nava 24 setan de gûnd vala bikin” meleyê me dan ber topan û em neçar man ku hemû tiştê xwe bihêlin û biçin. Eyşe diyar kir ku wan di jiyana bajêr de gelek tengasî kişandine û bedela wî çi dibe bila bibe ew gûndê xwe naterikînin.

Jina bi navê Feyruze Abay jî destnîşan dike ku wan gelek ked di ber avakirina gûnd de danê û ew naxwazin carek din disa gûndê wan xera bibe. Feyruze diyar dike ku ew her tim aşitiyê dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ” Em her tim li pêy doza xwe û serokê xwe ne em naxwazin ne gerila ne jî leşker bimrin.”


‘AKP ji bo gûnd vala bikin zextan li gûndiyan dike’

Heyetek bi armanca ku bi gûndiyan re hevdîtin pêk bîne hat gûndê Cifane. Heyata ku ji endamê Platforma Şopandina Koçê Nejat Taştan, hevserokê GOÇ-DER a Amedê Fatma Esmer û Yilmaz Kan, Rêvebirê GOÇ- DER a Stenbolê İlyas Erdem û hevserok û rêveberê Botan GOÇ- DER’ê pêk dihat bi gûndiyê Cifanê re hevdîtin pêk anîn û li pirsgirêkê gûndiyan gûhdar kirin. Heyetê piştî ku lêkolînê xwe yê gûnd bi dawî kir daxuyanî da.Li ser navê heyetê Fatma Esmer axivî û diyar kir ku AKP bi polîtikayên xwe dîsa dixwaze gûndan vala bike û polîtîqa dewama polîtiqayên salên 90’î ne. Fatma da zanin ku dewlet ji bo ku gûndî gûnd vala bikin zextan li ser gûndiyan dide meşandin.

‘Em ê li hember şer û koçberiyê bisekinin’

Îlyas Erdem jî destnişan kir ku di du heftê dawî de ji ber operasyona nêzî 50 cîh hatibe qedexe kirin û wiha axivî: ” Heyetê niha ji cihê qedaxekirî lêkolînê xwe berdawam dikin.” İlyas da zanîn ku di salên 90'î de mafê mirovan hatine binpêkirin û wiha axivî: ” Di dozên ku hatine vekirin de dewletê şaşiyê xwe qebûl kir û temînat da niha ne hewce ye ku dîsa van şaşiyê xwe dubare bike.” Îlyas diyar kir ku wan hemûyan tecruba şer kiriye û dîtine ku sûda vî şerî tine û wiha dewam kir: ”Niha jî ceyrana vî gûndî tine dibista lê tinê ev bi xwe jî binpêkirina mafê mirovan e.” Îlyas herî dawî got ku şer û koçberî şerma mirovatiyê ye û ew ê li hember vê yekê bisekinin.

(ma-pk/ch)