Dayîka Giresun nî: Êdî bese ez lawê xwe naşînim leşkeriyê
10:46
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Dayîkek tirk a ji Giresunê Filiz Oz Çakir diyar kir ku divê dayîkên tirk desturê nedin mirina zarokên xwe û got: "Ez ji bo sarayê zarokan mezin nakim, ji bo biratiyê mezin dikim. Heya şer hebe ezê qet lawê xwe neşînim leşkeriyê. Heger şerek ê rizgariyê hebana bila çuba, lê xwişk û bira hev dikujin."
Ev du sal û nîve li hember hêviyên dayîkan ên aştiyê AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan konsepta şer danîn holê êdî cenaze diçin her çar aliyê Tirkiyê. Hesabê deshilatiyê yê dibêje "Em amadene ciwanan feda bikin" herî zêde giyanê dayîkan dişewitîne, ji ber wê ye herî zêde dayîkên kurd, tirk û hemû dayîk li hember şer disekinin. Ji bo şêwirmendiya bi dayîkên kurd re dayîka ji Giresunê hatî Filiz Oz Çakir da zanîn ku ew dixwazin dayîkên kurd û tirk destê xwe bidin hev denê aştiyê bilind bikin. Filiz anî ziman ku dayîkên kurdan ji bo aştiyê dilê xwe daniye holê û wiha domand: "Ez destê dayîkên li vêderê maç dikim. Ji ber wan hem dilê xwe û hem jî zarokên xwe danîne holê. Dayîkên aştiyê û jin ji bo aştiyê li kolananin, li qadan hemberî gazê, TOMA yan, bi erdê ve xişikandinê tekoşînê dikin. Divê dayîkên tirk jî li hember şer dengê xwe bilind bikin û ji bo avakirina aştiyê dengê xwe bilind bikin."
'Kijan wezîrî mirina zarokên xwe bihistiye'
Filiz balkişand ser di şer de fedakirina zarokên gel û wiha berdewam kir: "Em dizanin li hember kê şer dikin, şer ji bo kê dikin, dê kî şer qazanc bikin, kî qeyîb bike divê baş bê xwendin û têgihiştin. Kijan beqanî mirina zarokên xwe bihistiye, yên ev bihistine hene? Her dem zarokên kedkar û hejaranin dimirin. Helel li hemû şehîdan binêrin, hemû malbatên wan di cihên hejaran de dimînin, di lingên hemû yan de solên qîr hene." Filiz destnîşan kir ku di 3 salên agirbestê de di welat de atmosferek baş habû, cenaze nedihatin û hêstirên çavê dayîkan rawestabû. Filiz derbirî ku piştî serketina HDP û Rojava hinek tişt hatin guhertin, deshilatiyê ew serketin hezim nekir û wiha berdewam kir: "Di vî welatî de birînek heye. Piştî serketina HDP'ê cardin AKP'ê konsepta şer da despêkirin. Ji ber dema HDP serbikeve AKP nikare diziyê bike û nikare diziya xwe veşêre. Ji ber di vî welatî de mirovên ku hesab bipirsin hene. Di vî welatî de şoreger, kedkar, sosyalîst û herî giring jî gelê kurdê bişeref heye."
'Erdogan li çavên dayîkan dinêre û derewan dike'
Filiz gotinên Recep Tayyip Erdogan ên dema Serokwezîr ên weke "Hun rehetbin, ezê jehirê vexwim, vî şer, xwîn û rondikên çavan bidin sekinandin" bibîr xist û wiha dom kir: "Dema hatî Êlih û Amedê ev soz dabû dayîkan, dema çuyî Edirne û Deriyareş jî heman tişt gotibû û heman soz dabû hemû dayîkan. Lê AKP û te Serokomar li çavên dayîkan nêrîn û derew kirin. We şer û rondikên çavan nedan rawestandin. Ji bo egoyê xwe û tiştên diziyîn dibin destê xwe de girtinê dê derewên we berdewam bikin."
'Ezê ticarî kurê xwe neşînim leşkeriyê'
Filiz anî ziman ku hemû dayîkên Tirkiye û Kurdistanê aştiyê dixwazin û wiha pêde çu: "Ya giring di vî welatî de şer heye, ji bo sekinandina wê hun ji dilin yan na. Ev şer herî zêde me jinan û dayîkan bandor dike. Êdî rondikên çavê dayîkên gerila, leşkeran û polisan bidin sekinandin. Ez du zarokan mezin dikim. Ez li vêderê ji bo rehetiya sarayê û parastina sermayeyê kesên di sarayê de dijîn zarokan mezin nakim. Kurek minê êdî hatî temenê leşkeriyê heye. Ji bo ku xwişk û bira xwîna hev nerêjin dibêjim bila şer nebe. Heya şer hebe ezê kurdê xwe neşînim leşkeriyê. Heger şerê rizgariyê hebana bila çubana, lê xwişk û bira xwîna hev dirêjin."
'Emê dayîk bi hev re vî şerî bi dawî bikin'
Filiz diyar kir ku li gel hişmendiya yekane ya AKP'ê ya rêvebirina yek mêrî, bûyîna serok jî heye, bi yek gotinê dixwazin Tirkiyê birêve bibin, lê gelê Tirkiyê wan naxwazin û wiha got: "Ev welatê hemû gelên di vî welatî de dijîne, dê ev bi gotinên gel bê rêvebirin û ew jî dê bi hebûna HDP'ê çêbibe. Çawa HDP'ê bi gotina emê te nekin serok despêkir, niha jî bi gotina emê şer bi te nedin kirin berdewam dike. Emê hemû jin û dayîk bi hev re aştiyê bînin."
'Bi tecrîdê nikarin aştiyê bînin'
Filiz got: "Heger tu dê jehirê vexê û tu ji dilê, wêdemê jehirê ne vexwe tenê şer bide sekinandin." Filiz anî ziman ku ji bo avakirina aştiyê rakirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şerte û wiha domand: "Em li her devera welat bi gelê kurd re dijîn û emê hîna jî bijîn. Daxwazên vî gelî hene. Dema ku hun êrîşî nasnama gelekê bikin, zimanê wan qedexe bikin û mafên wan nasnekin. Hun dixwazin aştiyê çêbikin, divê berî her tiştî hun tecrîda ser Rêberê vî gelî rakin. Dema ku Birêz Ocalan bi salan dibin tecrîdê de girtî be hun nikarin şer biqedînin û aştiyê çêkin."
'Êdî bese'
Filiz bilêv kir ku divê hema aştî bêçêkirin û wiha dom kir: "Em êdî dibêjin bese vî şerî biqedînin. Dema ku hun ji zimanê me tênagihin bêjin em bi zimanê hun têdigihin bêjin. Ez weke dayîkek tirk dixwazim tiştek bêjim. Bi Tirkî dibêjim em şer bi we nadin kirin, bi kurdî jî ez dibêjim êdî bese. Êdî bese vî gelî û van dayîkan ne giriyînin."
(zt)