Yekemîn dibistana ajokariyê li Serêkaniyê vebû

10:47

JINHA

SERÊKANIYÊ - Li bajarê Serêkaniyê yekemîn dibistana ajokariyê a bi navê Şehîd Delîl hat vekirin.

Li bajarê Serêkaniyê a Kantona Cizîrê yekemîn dibistana ajokariyê a bi navê Şehîd Delîl hat vekirin. Bi tevlîbûna Rêveberiya tirafîqa giştî Jînda Oso, Mihemed Umer, Saziyên Sivîl û malbatê Şehîd Delîl ya ku di encamê komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest daye hat vekirin. Jînda li ser navê rêveberiya giştî a tirafîqê axaftinek kurt kir û got: "Em vekirina dibistana yekemîn ya bi navê Şehîd Delîl a li Kantona Cizîrê kêfxweşin û li tevahî gelê me û malbatê Ş.Delîl pîroz dikin. Her gavek ji bo me wê serkeftinên mezin pêk bîne."

Di dawiyê de şahî bi govend girtinê bi dawî hat.

(de/rb/rc)