Jinên Başur makezagona ewlehiyê û parastina cewherî dixwazin

10:48

Newroz Dijwar/JINHA

HEWLÊR - Jinan bi rojeva di makezagona nû de cihê jinên Başurê Kurdistanê konferansek lidarxistin. Di makezagona nû de jinan taleba mafê wan xistina bin ewlehiyê, li hember şidet û tecawîzê parastina cewherî pêşbixin.

Li Hewlêrê jinên Başurê Kurdistanê hatin bahev û bi rojeva di makezagona nû de cihê jinan konferansek lidarxisin. Di konfreasa ku ji 150'î delegeyan pêkhatî, li gel rêxistin û aktîvîstên jinan gelek jinên ji saziyên sivîlên cuda jî beşdarbûn. Girêdayî biriyarên ku di konferansê de hatin girtin ji delegeyan Endama Tevgera Jinên Azad (RJAK) ê Ciwan Abdurrahman ji JINHA yê re nirxandin kir. Ciwan diyar kir ku di konferansê de jinan ser di herêmê de pêşeroja jinan nirxandinên giring kirin û got: "Divê jin di hemû qadên civakî de cîh bigirin. Bi tayîbetî jî di qadên ekonomî, tenduristî, perwerde, siyaset û parastina cewherî de divê jin bi nûneriya wekhev beşdar bibin. Di vê konferansê de herî zêde jinan ev nirxandin."

'Ji bo jinan divê hêza parastina cewherî bê pêşxistin'

Ciwan anî ziman ku di konferansê de yek ji mijarên herî li ser nîqaş hatî kirin pêşdebirina parastina cewherî bû û wiha domand: "Yek ji rojeva konferansê ya sereke parastina cewherî bû. Parastina cewherî çiqas ji bo jinan jiyaniye ser wê bi berfirehî nîqaş hatin kirin. Jinan talebên xwe yên li hember hemû şêweyên şidetê avakirina hêzê anîn ziman."

Ciwan bilêv kir ku di konferansê de pergala hevserokatiyê jî pir hat nîqaşkirin û wiha berdewam kir: "Di mijarên weke di makezagona heyî de ji bo jinan kîjan maf hene û divê kîjan lê bên zêdekirin nirxandin hatin kirin. Jinan ser divê jin di qadên ekonomî, siyaset, tenduristî, perwerde û parastina cewherî de xwediyê nûneriya wekhevbe nîqaş kirin. Jinan xwestin pergala hevserokatiyê û koteya jinan bikevin meriyetê. Zagonên wekheviya mafê jin û mêran hene, lê nakevin meriyetê. Divê di makezagonan de jin û mêr xwediyê mafên wekheviyêbin. Divê di aliyê parkirina mîras de jî jin û mêr xwediyê heman mafan bin."

'Divê mafê kurtajê bê nasîn'

Ciwan destnîşan kir ku jinan ser kurtajê û pir zewacî jî nirxandin kirin û wiha domand: "Di konferansê de ser mijara pir zewacê nirxandinên giring hatin kirin. Li herêma me mixabin hîna bûyerên wiha hene. Li gel di makezagona heyî de pir zewacî qedexeye jî hîna berdewam dike. Li gelek herêman mêrek bi gelek jinan re dizewice hikumet pêşî li vê nagire. Li herêmên weke Mexmur, Xaneqîn û Kerkukê ji ber zagonên herêmê lê derbas nabin mêr bi rehetî dikarin jinan bigirin. Di vê mijarê de hikumetê zagonek dernexistiye. Dadgeh jî ji bo mêran ti pirsgirêkan dernaxe."

'Divê ji bo jinan butçe bê cuda kirin'

Ciwan wiha pêde çu: "Di aliyê ji bo jinan bûtçe cudakirinê de jî nirxandin hatin kirin di konferansê de. Balhatkişandina giringiya wê butçeyê ji bo jinan. Di konferansê de sê komên jinan hatin hilbijartin. Komên weke parêzer, mamosta, parlementer û aktîvîstên jinan dê di nava her 3 koman de cîh bigirin û çawan mafê jinan di makezagona nû de cîh bigire dê bişopînin. Dê ev kom li herêma me bibin dengê jinan. Hemû jinên bixwazin dikarin têkevin nava van koman."

(zt)