Bazara Kedê ya Jinan tê vekirin

10:51

JINHA

MÊRDÎN - Şaredariya Nisêbînê ji bo îstîhdamkirina jinan Bazara Kedê ya Jinan vedike. Bazara ku li taxa Yeşîlkentê dê bê vekirin di demeke kin de wê bi dawî bibe û jin dê li bazarê hilberînên xwe bifirişon.

Projeya Bazara Kedê ya Jinan a ku ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ve hate amadekirin gihîşt merhaleya dawî. Projeya ku li herêma Mêrdînê ya yekemîn e dê ji bo jinan bide qada îstîhdamê. Jinên ku rewşa wan a aboriyê ne baş in û rastî şîdetê tên dê li vir debara xwe bidin. Bazar dê li taxa Yeşîlkentê bê vekirin û hemû bazarvanên li vir jin bin. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya têkîldarî projeyê got ku li herêma Mêrdînê yekem car e ku projeyeke wisa pêk tê û ew ê piştgiriya xwe ya ji bo jinan bidomînin.

Li bazara ku dê di demeke kin de bê temamkirin de ji bilî hilberînên xwe, fekî û sebzeyên organîk, cil û bergan bifiroşin.

(rc)