Çiyayê Cudî heya sibehê hate bombebaran kirin
10:59
Tebax
13
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Herêmên Aynega, Beşerê û Deriyê Cebraîl yên Çiyayê Cudî ji tabûrên tankan û bi helîkopteran heya saetên sibehê hate bombebaran kirin û li Beşerê û Aynega jî şewat derket.
Duh di saetên şevê de ji tabûrên tank ên Çalişkan, Botaş û Tesîsa Bêhndayînê ya Hacê, topebaran li herêmên Aynega, Beşerê û Deriyê Cebraîl ên Çiyayê Cûdî hate kirin. Di saetên dereng ên şevê de jî vê carê helîkopteran heman herêm bombebaran kir.
Bombebaran heya saetên sibehê berdewam kir û di encama bombebaranê de li herêma Beşerê û Aynega şewat derket. Şewat her ku diçe mezin dibe.
(rc)