KJA'yê banga lezgîn li rêxistinên navnetewî û raya giştî re kir

12:02

JINHA

AMED - KJA' yê diyar kir ku divê raya giştî li hember polîtîkaya şer û qirkirinên ku hikumeta AKP'ê li Kurdistanê dide meşandin bêdeng nemîne. KJA'yê di serî de ji bo Silopî banga lezgîn a lêkolînê li rêxistinên navnetewî û raya giştî re kir.

KJA'yê ji bo lêkolîna qirkirinên piştî konsepta şerê AKP'ê ya li Kurdistanê hatî jiyankirin banga lezgîn li rêxistinên mafê mirovan a navnetewî, saziyan, saziyên jinan û raya giştî re kir. Di daxuyaniya nivîskî ya KJA'yê de hat ragihandin ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an re bêhn hatiye ber civaka Tirkiyeyê û ji bo çareseriya demokratîk, pêkhatina aşitiyê hêviyeke mezin derketiye holê û wiha hate gotin, "Lê belê di pêvajoya piştî hilbijartinên 7'ê Pûşberê ya bi redkirina muzakereyan re dest pê kir de, tecrîda li ser Birêz Ocalan, êrîşên bombeyî, operasyonên leşkerî û siyasî, şewitandina daristanan, şîdeta zayendî ya li dijî jinan û komkujiyên li hemberî gel ji aliyê dewletê ve bi tundî tên meşandin."

'Êrîşî nirxên civakî dikin'

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser terora dewletê ya li navçeya Şirnex Silopiyê û wiha hate berdewam kirin: "Îro li Silopî dewlet li dijî gel şîdeteke mezin û polîtîkaya tinekirinê dimeşîne. Ev 2 hefte ne dengê çekan ji Silopî nayê birîn; ji hewa û bejahî ve bombe tên avêtin, komkujî tên kirin. Ji 4 taxan bi tû awayî agahî nayê girtin. Li gorî daneyên fermî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 28 kes birîndar bûn. Ji ber ku birîndarên serî li nexweşxaneyan didin tên girtin, birîndar naçin nexweşxaneyan, lewma hejmara rastî ya birîndaran nayê zanîn. Li gorî gotinên şahidekî bûyerê li nexweşaneyê birîndarek hat înfazkirin. Bi gefa tîmên taybet, cenderme û polîsan, destûr ji gel re nayê dayîn ji malên xwe derkevin."

KJA'yê bang li rêxistinên mafên navneteweyî, sazî, heyetên çavdêriyê û çapemeniya navneteweyî kir ku ji bo komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li Silopî û tevahiya herêmê lêkolîn û tespît bikin, bikevin nava tevgerê.

(zt/ch)