Jinên CHP'ê li dijî şer dest bi helmeta îmzayan kirin

12:59

ÎZMÎR - Jinên CHP'ê li dijî konsepta şer a ku ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve hate destpêkirin standa îmzeyan vekirin.

Li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê jinên CHP'ê ji bo ku li dijî şer helwesta xwe nîşan bidin helmeta îmzeyan dan destpêkirin. Jinên CHP'ê diyar kirin ku ew ê bi kampanyaya îmzeyan a li Gece Pazari ya Guzelbahçeyê dane destpêkirin ve dixwazin ji şer re bibêjin na. Seroka Baskê Jinan a CHP'ê ya Guzelbahçeyê Belgîn Îpekoglu wiha got: "Me got ku heke li şûna dijminatiyê biratî, li şûna kedxwariyê edalet, li şûna pevçûnê diyalog, li şûna serdestiyê wekhevî, li şûna mirinê jiyan, li şûna kînê hezkirin derkeve pêş dê aştî pêk bê." Belgîn spasiyên xwe pêşkêşî jinên ku îmze didin kir.

Belgîn ya ku nirxandina "Bedela wê çi dibe bila be em ê li dijî şerê ku pêşeroja zarokên me tarî dike derkevin" kir anî ziman ku di şevekê de nêzî hezar îmzeyan kom kirine.

(zt/ch)