Jinên Amedê wê sibê 'Xeleka Aştiyê' çêbikin

13:00

JINHA

AMED - Jinên Amedê wê sibê ji bo Aşitiyê li Parka Bîrdarîya Roboskiyê li hember polîtîkaya AKP'ê ya şer û qirkirinên van demên dawîyê her diçin zêde dibin 'Xeleka aştiyê' çêkin.

Jinên Amedê wê sibê ji bo aştiyê di saet 17.00'an de bi duruşma "Ne şer aştî hema niha" li hember polîtîkaya AKP'ê ya şer û qirkirinên van demên dawiyê her diçin zêde dibin dê 'Xeleka Aştiyê' çêbikin. Çalakiya ku dê sibê li ber Parka Bîrdariya Roboskiyê ya Peyasê bê lidarxistin tê payîn ku hemû rêxistinên jinan ên Amedê jî di nav de bi sedan jin amade bibin. Hewla Jinên Amedê a Ji bo Aştiyê bang li hemû jinan kirin ku beşdarî çalakiyên ku dê di demên pêş de li hembe şer ji bo aştiyê bên kirin bibin û gotin: "Em bang li her kesê dikin ku li hember şerê desthilatiyê daye destpêkirin beşdarî çalakiyên aştiyê bibin."

(zt/ ch)