Tîmên tabet 2 jê zarok 3 kesan qetilkir - HATE NÛKIRIN
13:02
JINHA
AGIRÎ - Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê du zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydmîr (15) ên di firinê de dixebitîn ji aliyê tîmên taybet ve di encama gulebarankirinê de hatin înfazkirin. Şahîdê buyerê Fevzî ya ku dîtiye polîs cilên gerîlla li Orhan û Emrah dikin tevî 3'ê xizmên xwe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Walî jî daxuyanî derbarê mijarê de da û îdia kir ku kesên hatine înfazkirin PKK'î ne.
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê piştî şevê din li hemberî Fermancdariya Cendirmeyan a Navçeyê êrîşê pêk hat tîmên taybet li navenda navçeyê teror pêk anîn û welatî gulebaran kirin. Hemû kargeh û malên li hemberî fermandariya cendermeyan hatin gulebarankirin. Li taxa Ataturkê du zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemîr (15) ên di firina nan de dixebitîn dema ji bo firinê daran bînin çûn depoyê ji aliyê tîmên taybet ve hatin gulebarankirin û hatin qetilkirin. Yê ku şahidiya vê kiriye jî welatiyê bi navê Fevzî Kahraman e ku mala wî li ser depoya daran e û şahidiya înfazê kiriye. Fevzî Kahraman dema polîsên ku zarok înfaz kirine, kincên gerîllayan li wan kirine şahidiya wê demê kiriye û ji polîsan re bi gotinên "Ev zarok in. Li firinê dixebitin" bertek nîşan daye.
Li ser vê yeke polîs hewl dan ku Fevzî binçav bikin. Xizmên wî yên bi navê Aytekîn Kahraman, Mehmet Kahraman û Harun Kahraman ku hewl dan binçav kirinê asteng bikin, li gel Fevzî Kahraman hatin binçav kirin û derp kirin.
Walî cardin sivîlan PKK'yî nîşan da
Ji aliyê din ve derbarê buyerê ku li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ku tîmên taybet zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemîr (15) ên di firina nan de dixebitîn û welatiyekî din ê navê wî nehat zanîn înfaz kirin. Piştî qetilkirinê Waliyê Agiriyê daxuyanî da û daxuyaniya walîtiyê bi vî aweyî ye: "Di 12'ê tebaxa 2015'an de seat di 21.00'an de endamên PKK'ê bi roketan û çekan êrîş li hemberî Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Giyadînê kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan û ji bo terorîstên revîn bigirin dest bi operasyonê kirin û di operasyonê de 3 terorîst mirî tevî çekên xwe hatin dest xistin."
Di înfaza Agiriyê de jî heman daxuyanî
Li navenda Agiriyê di 31'ê Tîrmehê de di serdagirtina malekê de 3 kes hatibûn înfazkirin. Walîtiya Agiriyê têkildarî wê înfazê de jî wiha daxuyanî dabû: "Midûriyeta Polîsan a Bajarê me di 31.07.2015'an de seat di derdora 16.30'an de li hemberî PKK/KCK'ê operasyon li dar xist û 3 terorîst bi çekan û mirî hatin destxistin."
Waliyê provokasyona Tendûrekê
Waliyê Agiriyê di provokasyona Tendûrekê ya di 11'ê Avrêlê de li navçeya Giyadînê ya Agiriyê pêk hatîbû de jî heman daxuyanî dabû. Walîtiyê kesên sivîl ên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn PKK'î îlan kiribûn. Fermandariya giştî di daxuyaniyê de gotibû operasyon ji alî TSK'ê ve bi fermana Walî pêk hatiye.
(rc/ch)