Cenazeya jina hatibû qetilkirin 14 rojin li morgê tê girtin!

13:05

JINHA

AMED - Nasnameya jina ku li gundê Alibardak a Surê ya di encama gule li serê wê hatî xistin hatibû qetilkirin hê jî diyar nebûye. Cenazeya ku nasnameya wê ne dîyare li Morga Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Serahattin Eyyubi tê girtin wê ji alî rêxistinên jinan ve bê definkirin.

Di 31'ê Tîrmehê de li gundê Alibardak yê Surê jinek ji serê xwe ve gulebarankirî hat dîtin. Cenazeyê jinê rakirin Morga Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Serahattin Eyyubî lê hê jî nasnama wê nehatiye diyar kirin. Dema ku cenaze ji aliyê kesên wê neyê girtin dê heya mafê zagonî yê 15 rojan ê wergirtina cenaze diqede, roja înê rêxistinên jinan li Goristana Yenikoyê bispêrin axê. Li gorî agahiyên ji Navenda Şêwirmendiya Jinan Amida girtî hê girêdayî cenazê jina hatî qetilkirin ji meqamê fermî ti daxuyanî nehatiye. Xebatkarên navendê yên ku bi rêya parêzeran agahiyan digirin diyar kirin ku dê cenaze ji aliyê jinan ve bê girtin û bi awayek girseyî bê defin kirin.

(zt/ ch)