Li ser cenazeya şervana YJA Starê şopên îşkenceyê hate dîtin
13:56
JINHA
WAN - Şervana YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) ya ku di 10'ê Tebaxê de li Gimgimê jiyana xwe ji dest dayî li Wanê bi girseyî hat definkirin. Jinên ku cenazeya Kevser şûştin diyar kirin ku li ser cenazê şopên îskencê hebûn.
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê roja 10 Tebaxê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûn derket û di vê pevçûnê de gerîlaya HPG'ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku di sala 2006'an de tevlî refên PKK'ê bibû jiyana xwe ji dest da û li ser milê jinan li Şehîdgeha Yenîmahale ya Îpekyolu ya Wanê hat definkirin. Malbata gerîla Kevser piştî otopsiyê cenazeyê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirt û ji bo definkirinê birin Wanê. Bi sedan welatî ji bo tevlî merasîma cenazeyê bibin li ber Garaja Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û cenazeyê Kevser li ser milên xwe kirin û birin avahiya Meclîsa Gel a Taxa Yenîmahaleyê. Jinan cenazeyê Kevser li ser milê xwe kirin û ber bi goristanê ve meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin û bênavber dirûşmên "Bijî Seroka Apo", "Şehîd namirin" û "PKK gel e gel li vir e" berz kirin. Piştî wecîbeyên olî jinan cenazeyê Kevser li ser milên xwe kirin û li goristanê defin kirin.
Jinên ku tevlî wecîbeyên olî yê cenazeyê Kevser bûn diyar kirin ku li ser bedena wê û li ser stûyê wê şopên îşkenceyê hebûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyan Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn di merasîmê de axivî. Hamiyet diyar kir ku Kevser ji bo rûmeta gelê kurd têkoşiya û jiyana xwe ji dest da. Hamiyet bilêv kir ku berpirsyarê van mirinan AKP ye. Birayê Kevser Abdullah Elturk jî di merasîmê de axivî û anî ziman ku xwişka wî ji ber tehamulî zilma li ser Kurdan tê meşandin nekir tevlî nav refên PKK'ê bû û got ku ew ji bo rûmeta gelê xwe jiyana xwe ji dest da.
Piştî axaftinan welatî çûn konê sersaxiyê yê li taxa Karşiyakayê hatiye vedan û sersaxî ji malbatê re xwestin.
(zt/ch)