Şaredariya Til Temir hamleyên xizmetê da dest pê kirin
14:26
JINHA
TIL TEMIR - Li ser dexwaza welatiyan, şaredariya gel dest bi tamîrkirina riyên gund û kolanan kir. Di çerçoveyê xebatê şaredariyê de heya niha riya 26 gundan hatiye çêkirin.
Şêniyan gundên bajarê Til Temir ji Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê daxwaz kir ku riyên gund û kolanan bên tamîr kirin. Di vê çarçoveyê de jî şaredarî tevî hemû derfetên hamleya avakirina bajêr da despêkirin. Ji ber amûrên kêm xebatkar bi hemû hêzên xwe hewldidin ku riyên ku xirab bûne çêbikin. Derbarê xebatê de Komîteya Rêveber a Xizmetê ya bajarê Til Temirê Şemîran Efam Soro agahî da.
Şemîran wiha got, "Ji ber ku amûrên teknîkî di destê me de tune ye, em hewldidin kortikên ku vebûne û riyên xirab bûne bi destê xwe dagrin. Dê ev hamle li nava gund û bajar de bidome. Ev hamle li ser daxwaza gel hat dest pê kirin. Em bi hêvîne ku bikaribin xizmetek baş ji bo gelê xwe bikin. Ji bo xizmeta gelê me çi ji destê me bê em amede ne bikin."
(sş-ja/rb/rc/ch)