LeşkerênTirk jina 58 salî birîndar kir

14:32

JINHA

EFRÎN - Leşkerên Tirkiyê welatiya 58 salî ya bi navê Qedriye Keke ye û li bajaroka Hirêtan a Helebê birîndar kirin.

Jina 58 salî ya bi navê Qedriye Keke ji bajaroka Hirêtan a Helebê ye. Duh di saetên êvarê de Qedriye dixwest ku ji navçeya Raco ya Efrînê re sînorê Tirkiyê derbas bike û berê xwe bide Bakurê Kurdistanê. Leşkerên Tirkiyê gule li Qedriye reşandin û di serî xwe de birîndar bû.

Şêniyên navçeya Raco ya Efîrnê Qedriye rakirin nexweşaxeya Avrîn a Efrînê, bijîşkan gotin ku Qedriye di çavê xwe yê çepê de birîndar bûye û rewşa wê giran e.

(rc/ch)