Perwerdehiya komînên jinan didome

15:13

INHA

EFRÎN - Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinê di çarçoveya plansaziya perwerdekirina endamên komînan de, ji bo rêveberên komînên jinan ên Bilbilê dewreya perwerdeyê vekir.

Bi armanca perwerdekirina jinan a di warê zanistî û danisîna karên di nava komîna de, Navenda Perwerde û Zanistiya Jinê ya navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê yekemîn dewereya perwerdehiyê ji bo rêveberên komînan bi merasîmekê vekir.

Dewreya perwerdeyê dê di nava hefteyekê de dewam bike, ji seatên 9.00‘an heta 17.00‘an berdewam e.

Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê dest pê kir, rêvebera dewreyê Herdem Abdullah li ser girîngiya perwerdeyê axivî û diyar kir ku pêwîste hemû jin beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin.

Rêvebera dewreyê diyar kir ku, wê waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, rola civaka komînal, dîroka jinê, şerê taybet, jin û siyaset, netewa demokratîk, rêveberiya xweser û şêwazê muxatebetê werin dayîn.

(rc/ch)