Ji gelê Ereb bangawaziya 'Em dixwazin di nava muzakereyan de cîh bigirin'

15:15

JINHA

MÊRDÎN - Encamnameya piştî hevdîtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a ku bi gelê Ereb re pêk anî aşkera bû. Di encamnameya ku bangawaziya rakirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera muzakereyan hate kirin de hate gotin ku rewşenbîr û rûspiyên Ereban dikarin di muzakerena de cih bigirin.

Encamnameya piştî hevdîtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a ku li Mêrdînê bi gelê Ereb re bi şîara "Gelê Ereb xwedî li aştiyê derdikeve, aştî ne bêxwedî ye" pêk anî aşkera bû. Encamnameya bi civîneke li avahiya HDP a Mêrdînê hatibû lidarxistin hate eşkerekirin. Hevserokên HDP'ê yê Mêrdînê Aysel Erol û Musa Alkan, parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Mehmet Alî Aslan û Enîse Guneylî, Endamê PM a HDP'ê Nazim Kok beşdarî civînê bûn. Encamname ji aliyê Aysel Erol ve hate aşkerakirin û madeyên encamnameyê yek bi yek hatin xwendin. Madeyên encamnameyê wiha ne:

* Aştî bêmayîndekirin û bi makeqanûnê ve bê misogerkirin

* Tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û vegera muzakereyan pêk bê

* Rewşenbîr û rûspiyên gelê Ereb di muzakereyan de cih bigirin

* Gelê Ereb îlan kirine ku dê xwedî li kampanyaya "em ê bi we şer nedin kirin" derkevin

* Daxwaza navên cihên Erebî bên iade kirin

* Hatiye îfadekirin ku civînên ku gelan tîne cem hev bên zêdekirin

* Hatiye gotin ku ev axa ku em bi sedan salan e bi hev re dijîn bi hev re xwedî li xweza û daristanên me yên ku tên şewitandin derkevin

* Gelê Ereb di şexsê birêz Selahattîn Demîrtaş de li dijî pêkûtiyên li hemberî HDP û hemû gelan îfadeyên "Em ê te tenê nehêlin" anîne ziman.

(zt/ch)