Dîsa çeteyên dewletê kezzab li rûyê jinan reşand
15:22
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din jinek Kurd li bajarê Bane rastî êrîşa asîda kezzabê hat. Du roj beriya niha jî 4 jinên din rastî heman êrîşê hatibûn.
Li gor agahiyan şevê din li kolana Kemerbendî ya bajarê Bane yê Rojhilatê jinek bi navê Efsane (37) rastî êrîşa bi kezzabê hat. 4 kesên nenas vê êrîşê pêk hatiye û piştre kiryarên bûyerê reviyane. Jina ku rastî êrîşê hatiye rakirin nexweşxaneya bajêr lê ji ber ku rewşa wê giran bû ew sewqî nexweşxaneya Sinê kirin.
Şeva sêşemê jî li bajarê Bokanê çend kesên nasnameya wan nediyar bi kezzabê êrîş birin ser 4 jinan. Di encamê de her çar jin bi giranî birîndar bûn. Li gorî agahiyan êrîşkar di waseyîta xwe de bûn û ev êrîş pêk anîne û pişt re jî ji cihê bûyerê reviyane.
Di van demên dawî de bûyerên bi vî rengî li Rojhilat û Îranê zêde bûye û rastî nerazîbûna gel tê. Tê gotin ku hin hêzên tarî yên radîkal û Besîc ji bo tirs û xofê bixin nav civakê van êrîşan dikin. Çeteyên ku dewlet bixwe wan birêxistin dike di nav bajêr de digerin, dema rastî jinên ku li gor wan cilên vekirî li xwe kiribin tê, kezzabê bi ser rûyê wan de direşînin.
(rc/ch)