Dîmenên 2 zarokên ku hatin înfazkirin derketin holê

16:49

JINHA

AGIRÎ - Li Giyadînê 2 zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Muhammet Aydemir (15) ên ku ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin dîmenên wan ên demek beriya qetilkirinê li ber firinê girtine derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku li gel Orhan û Muhammet zarokek din jî dixwiyê, dema ku wesayîtek reş ber bi firinê nêz dibe zarok ji wê dur dikevin.

Li navçeya Giyadîna Agiriyê berî qetilkirinak 2 zarokên bi navê Orhan Aslan yê 16 salî û Muhammet Aydemirê 15 salî berî demek kin dîmenê 3 zarokan li ber heman firinê dixwiyên derket holê. Ew dîmen ên berî qetilkirina Orhan û Muhammet şevêdinê hatine kişan. Hema li ber firinê her du zarok runiştine sohbet dikin. Her du zarokên ku bi ken û henekan mijul bûne, zarokek din jî tê tevlî sohbeta wan dibe. Di dîmenan de dixwiyê zarok bi kincên sivîlin û di nava sohbetê de kur bûne.

Dîmen hinek wiha berdewam dike, paşê ji aliyê piştê ve dixwiyê wesayîtek reş nêzî wan dibe. Dema ku zarok wesayîtê dibînin hem ji cihê xwe rabûna wan û ji wê durketinê balkêşe. Di dîmenan de Muhammet û Orhan dixwiyên, welatîya reş jî tê dîtin ku ya tîmên taybet e.

(zt/ch)