Girtiyên siyasî dest bi gireva birçîbûnê dikin

18:13

JINHA

AMED - Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di 15'ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin.

Li dijî rawestandina cenazeyên YPG'î û YPJ'iyan li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê nerazîbûn didome. Girtiyên siyasî yên li Girtîgehêr Tirkiye û Kurdistanê dimînin ji bo şermezarkirina vê rewşê dest bi greva birçîbûnê dikin. Greva birçîbûnê ya ku dê di 15'ê Tebaxê de dest pê bite heta cenaze teslîmî malbatan bê kirin bêdem û dorveger bidome. Girtiyên siyasî dê ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Efûyê Navneteweyî re jî nameya bişînin û daxwazên xwe vebêjin.

Têkîldarî mijarê li avahiya TUHAD-FED'ê civîna çapemeniyê pêk hat û Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz daxuyand ku girtî dê ji Nûnertiya PDK'ê ya Tirkiyeyê re jî bişînin û ji bo ku Kongreya Neteweyî ya Kurd bicive berpirsyariya xwe bi cih bînin. Mehmet bang li raya giştî kir û xwest xwedî li berxwedana girtiyan derkevin û wiha got: "Ev gel çawa di 2012'an de xwedî li berxwedana li girtîgehan derket dê dîsa xwedî derkevin."

(zt)