Zarokên Şengalê bi tevgerên bedenî komkujiyê tîne ziman

09:21

Zehra Dogan/JINHA

DUHOK - Zarokê 5 salî a bi navê Şîbab Silêman komkujiya li ser Şengalê pêkhatî di hişê xwe de qeyd kiriye bi tevgerên bedenî komkujiyê zindî dike. Şîbab got, "Dema ku helîkopter ser serê me diçûn me destê xwe radikir û daxwaza avê ji bo kesên ku li ber mirinê ne dikir. Kesên ji bêavî ketibûn re me av dida lê dîsa jî hişyar nedibûn. Ji ber ku hişyar nabin me serê wan datanî ser çokên xwe û ji wan re stranan gotin û bi wan re leystin. Piştre me cardin av neda wan, lê dîsa ji xew ranebûn."

Her çiqas salek li ser komkujiya Şengalê re bihorîbe jî bûyerên hatine jiyandin tu caran ji bîr naçe. Herî zêde derûniya zarokan û jinên ku hatine revandin xirab bûye lê xebatek berfireh derbarê vê mijarê de jî nayê kirin. Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê komkujiya herî mezin li gundê Koço hatiye kirin. Zarokên bi navê Şîbab Silêman a 5 salî û birayê wê Caso Silêman a 8 salî şahîdiyê komkujiyê ne. Şîbab û Caso di bin cesedên xizmên xwe de mabûn û bi vî awayî ji mirinê rizgar bûne. Şîbab Komkujiya Koçoyê ya qetilkirina jina temenê wê 80'î salî û serjêkirina 380 mêr û 700 jin û zarokên ku ji gund hatine revandin di hişê xwe de qeyd kiriye û komkujiyê bi tevgerên bedenê zindî dike.

'Jinek gerîlla û kerê me em xilas kirin'

Dayika Şîbab ji aliyê çeteyan ve dîl hatibû girtin û biribûn bajarê Musulê. Dayika Şîbab bi derfetên xwe ji destê çeteyan xwe rizgar kiriye lê bavê wê hê di destê çeteyên DAIŞ'ê de tê girtin. Caso piştî komkujiya Şengalê qet napeyive û niha jî tevî dayikên xwe ev saleke li ba xizmên xwe li bajarê Duhokê dijîn. Her du zarokên ku di bin cesedan de mane û rizgarbûne diyar kirin ku piştî ku dora wan kes nemaye ew li kerê xwe siwar bûne û berê xwe dane quntarê çiyayê Şengalê. Her wiha gotin, gerîllayên jin di rê de rastî wan hatine û wan rizgar kirine. Şîbab got, "Her kesî kuştin, em tev di nava xwînê de mabûn. Meta min dîlgirtibûn piştî me dît, me li kerê siwar kir û bi awayek veşartî me ji gund derxist." Şîbab anî ziman ku ew tevlî kerê xwe rêwîtiyek bi rojan ên zehmet kirine.

'Li her derê bi dehan cesed li erdê hebûn'

Şîbab wiha dom kir: "Rojek gelek bi tirs bû. Dayik û bavê min birin ji tirsan me nedikarî bigrîn. Dayika min me di bin cesedan de veşart û gotibû deng dernexin. Ji ber ku cesed li ser me bûn em tev nava xwînê de mabûn. Pişt re meta min me dît. Me li kerê siwar kir û ji gund derxist." Şîbab tevî birayê xwe ên ku bi şanse rizgar bûne wiha behsa rêwîtiya xwe a bi rojan ya ber bi çiyayê Şengalê kir: "Ez û Caso bi dorê li kerê siwar dibûn, gelek germ bû em pir tî dibûn. Di rê de bi dehan cesed li erdê me dîtin. Hin ji wan birîndar bûn bi birînên xwe girtibûn û berê xwe didan çiyayê Şengalê. Zikê dayikek perçe kiribûn, ew dayik li erdê diqîriya ji êşan."

'Me av da wan lê hişyar nebûn'

Şîbab bi tevgerên bedenê rewşa miriyan vedibêje û got, "Dema ku helîkopter ser serê me diçûn me destê xwe radikir û daxwaza avê ji bo kesên ku li ber mirinê ne dikir. Kesên ji bêavî ketibûn me av da wan lê dîsa hişyar nebûn. Ji bo ku hişyar nebin me serê wan datanî ser çokên xwe û ji wan re stran digotin û bi wan re leystin. Piştre me cardin av neda wan, lê dîsan ji xew ranebûn."

'Gerîllayek jin a pordirêj me dît'

Şîbab anî ziman ku ew di rê de pelê daran xwarine û ji ber ku gelek westiyabûn ew li ber zinaran xew re çûbûn. Şîbab wiha got: "Gerîllayek jin a pordirêj me dît û me bir çiyayê Şengalê. Porê wê gelek dirêj bû, toqeyek wê a bi morîk hebû. Piştî em rizgar bûn em gihêştin xizmên xwe. Piştî ku dayika me xwe ji destê çeteyan rizgar kir me dît û niha em tev bi hev re dijîn."

(rc/ch)