Ji Şaredariya Artemêtê xizmeta şêwirmendiya tenduristiya jinê

09:47

JINHA

Nişmiye Guler-Medya Cebe/JINHA

WAN- Şaredariya Artemêtê bi boneya xizmeta jinê bike û pirsgirêkên derûnî û tenduristiyê yên jinan çareser bike, şêwirmendiya tenduristî û derûniyê ava kir. Şêwirmend Sinem Koca, anî ziman ku malên ku bûyerên tundiyê pêş dikevin ziyaret dikin û li ser sedem û çareseriyê xebatê dimeşînin.

Şaredariya Artemêtê ya Wanê, bi boneya xizmetek baştir bide jinan şewirmendiya derûnî û tenduristiyê ava kir. Şêwirmenda Derûniyê ya Şaredariya Artemêtê Sinem Koca, diyar kir ku li Wanê gelek bûyerên tundiyê pê dikevin û bi taybetî li hundir malê jin ji aliyê bav, bira û xizmên xwe ve rastî tundiyê tên.

'Gelek bûyerên tundiyê li Wanê hene’

Sinem, da zanîn ku li Wanê gelek bûyerên tundiyê yên nava malê rû didin û ev pirsgirêka herî mezin a derûnî û tenduristiyê ye. Sinem, bal kişand ser bandora tundiya berî ducaniyê û piştî ducaniyê û wiha axivî: “Li gorî lêkolîn û daneyên me, jinên berî zewacê rastî tundiyê tên hêjmara wan ji sedî 63, jinên piştî zewacê rastî tundiyê tên hêjmara wan ji sedî 73 ye. Li hemû cîhanê jî ev rêje ji sedî 48 e. Em li vir dibînin ku tundiya mêr li ser jinê zêde ye. Li gorî lêkolînên saziyên xizmeta destpêkê yên tenduristiyê ku di semîner û panelan de bi dest xistine, jin berî ducaniyê û piştî ducaniyê rastî tundiya hevserên xwe tên. Li bajarê Wanê jî tundiya nava malê pir zêde ye. Yek ji sedemên tundiyê jî lixwekirina cil û bergê jinê ye. Tenê kesên rastî tundiyê tên derûniya wan xera nabe. Di heman demê de zarok û kesên derdorê jî derûniya wan xera dibe. Jinên ku di nava malê de rastî tundiyê tên, ji sedî 32 ji ber pirsgirêkên di nava malê de ne. Ji ber ku mêr jinê di qada civakî de asteng dike û hesûdiya di navbera mêr û jinê de tundiyê zêde dike.

Sinem, da zanîn ku yek ji sedemên tundiyê ji ber ku jin li hemberî neheqiya zilam bersîv dide û dema jin bersîv dide rastî tundiya zilam tê. Sînem, bilêv kir ku şewirmendiya derûniyê pir girîng e û li ser pêdiviyê ev beş ava kirine û dest bi vê xizmetê kirine.

Sînem, da zanîn ku ew bi broşuran xwe digînin hemû jinan û bi van broşûran der barê tundiyê û parastinê de jinan agahdar dikin û wiha got: “Me şaredariya Artemetê 5 hezar broşur çap kir û em li malan belav dikin. Di van buroşuran de hem tundiya li ser jinê û hem jî parastina li hemberî vê tundiyê tê vegotin. Bi kurdî û tirkî buroşur hatine amadekirin. Xebat û xizmeta me berdewam dike.”

(mae/ch)