'Dilgeşê min her roj li ber çavê min dimir, lê tiştek ji destê min nedihat'
10:08
JINHA
ÊLIH - Ji jinên Êzidî Nofa Hesen ya ku li gel Dilgeşê xwe yê 6 salî di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Şengalê de reviyan û xwe gihandine bajarê Êlihê wiha qala wan kêliyan dike: "Dema çete ketin Şengalê hemû pêşmerge li wesayitên xwe siwar bûn û reviyan. Em man bi tena serê xwe û bêparastin. Dema em reviyan ji bilî canê xwe me tu tişt negirt. Bi rojan li ber germa rojê li çiyayên Şengalê em bê nan û av man. Zarok ji birçîna û tîna dimirin. Ji bêaviyê gurçikên kurê min Dilgeş ziwa bûn û bi giranî nexweş ket. Dilgeş her roj li ber çavê min dimir, lê tiştek ji destê min ne dihat."
Çeteyên DAIŞ’ê 3'yê Tebaxa sala 2014’an de bi hemû hêza xwe êrîşî Şengalê kirin û li wê qîrkirin pêk anîn. Di encama êrîşa çeteyan de bi hezaran welatî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi hezaran welatiyên Êzidî yên ku ji komkujiya çeteyan reviyan, bi saya ewlehiya gerîlayên HPG'ê li Çiyayê Şengalê hatin parastin. Welatiyên Êzidî yên li Şengalê dijiyan, ji ber êrîş û qetlîamên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe veqetiyan li gelek bajarên Bakurê Kudistan û Tirkiyê hatin bi cih kirin. Li ser êrîşa dagirkirina Şengalê salek derbas bû, lê di dilê jinên Êzidî de hê êş û jana qetlîama Şengalê nû ye. Jinên Êzidî yên ku rastî êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hatin bi zor û zehmetiyan ji destê çeteyan rizgar bûn dimejiyê wan de herdem êrîş û îşkenceya li wan hatiye kirin heye û hê bi wê êşê dijîn. Yek jî wan jinên Êzidî ya ku bi tena serê xwe li hember zor û zehmetiyan têdikoşe Nofa Hesen a 35 salî ye.
Nofa Hesen di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya ser Şengalê de bi kurê xwe Dilgeş ê 6 salî re ji bo nekeve destê çeteyan direvin û xwe xilas dikin. Nofa û kurê wê Dilgeş bi sedan Êzidiyan re derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û li bajarê Êlihê têkoşîna jiyanê dide. Nofa ji ber bêkes û penabere bi mahan li Mêvanxaneya Şaredariya Êlihê dimîne. Jina ciwan Nofa serpêhatiyên xwe wiha tîne ziman: “Dema ku çeteyan ser Şengalê de girtin em li mala xwîşka min bûn. Carekê me dît çete ketîn Şengalê jin, zarok û kalan qetîl dikirin. Ne dayîk û bav, ne jî zarok li dayîk û bavên xwe xwedî derdîketin. Her kes direviya.”
‘Ji tîna gurçikên Dilgeşê min ziwa bûn’
Nofa wiha qala bêkesî û zehmetiyên koçberiya xwe dike: “Dema çete ketin Şengalê hemû pêşmerge li wesayitên xwe siwar bûn û reviyan. Em man bi tena serê xwe û bêparastin. Dema ku em jî reviyan ji bilî canê xwe me tu tişt negirt. Bi rojan li ber germahiya rojê li çiyayên Şengalê em di nav astengiyê de man. Bi rojan bê nan û av man. Zarok ji birçîna û ji tîna dimirîn. Ji bêaviyê gurçikên kurê min Dilgeş ziwa bûn û bi giranî nexweş ket. Dilgeş her roj li ser milê min li ber çavê min dimir. Tu tişt ji destê min nedihat. Lê piştî ku em hatin Êlihê bi lezgînî bi alikariya şaredariyê me wî bir nexweşxaneya Amedê û me wî emeliyat kir. Rewşa Dilgeş baş e, lê êşa dilê min baş nabe.”
‘Dilgeş her şev bavê xwe dipirse’
Nofa destnîşan kir ku dema çeteyan ser Şengalê de girtîn hevserê wê Xalît Misto winda bûye û heya niha tu agahî jê negirtine û axaftina xwe wiha domand: “Dema em ji warên xwe veqetiyan tenê kurê min Dilgeş bi min re bû. Min dema wî girt û em reviyan, hevserê min li ser kar bû û ez nizanim xwe ji dest hovîtiya çeteyan rizgar kir an na. Ev bû salek ku min heya niha tu agahî jê nestendiye. Ez nizanim saxe an miriye. Dilgeş her şev bavê xwe dipirse, ez nizanim çawa bersiva wî bidim.”
‘Jiyana ku em dijin ne roman ne jî xewn e...’
Nofa wiha qala jiyana xwe ya piştî êrîşan kir: “Jiyana ku em tê de dijîn ne xewn, ne çirok û ne jî roman e. Ev jiyan jiyanekî rasteqîn e. Niha em ji zilm û hovîtiya çeteyan rizgar bûn. Lê jiyan bi dawî nebûye û em di nav jiyanek zehmetir de dijîn. Ji ber ku em penaber û bêwar in. Penaberî û bêwarî gelek zehmet e. Gelê Kurd îro xwedî li me derdikeve, lê piştre dê çi bibe? Dê heya kengê li me xwedî derkevin û me biparêzin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku em cardin vegerin warên xwe.”
(ho/zt/ch)