Meclîsa Azadiyê ya Jinê: Divê mirov îradeyekê têxe deklarasyonê
10:13
JINHA
ENQERE - Kongreya Jinen Azad (KJA), rojên borî "Deklerasyona aşitiyê ya hevpar” weşand. KJA’yê bang li jinan kir ku li dijî polîtîkayên AKP’ê yên şer û nêrza bibin yek. Endamên Meclîsa Azadiyê ya Jinê (KOM) bersîv dan û diyar kirin ku dê li dijî hemû êrîşên ku jinan bandor bikin berpirsiyariya xwe pêk bînin.
Hikûmeta AKP’ê bi kuştinên sivîlan, gulebarana bajaran, înfazan, şewitandina daristanan û operasyonên siyasî konsepta nû ya şer kir meriyetê. Piştî vê polîtîkaya AKP’ê, KJA li dijî vê polîtîkaya hişmendiya mêr ya şer ket nava liv û tevgerê û rojên borî "Deklerasyona aştiyê ya hevpar” peşand. KJA’yê di heman demê de li dijî şer kampanya îmzeyan jî dabû destpêkirin. Piştî ku KJA'yê deklerasyon weşand û kampanya îmzeyan da destpêkirin, piştgiriya yekem ji Meclîsa Azadiyê ya Jinê hat. Endama Meclmîsa Azadiyê ya Jinê (KOM) Sakine Esen diyar kir ku dê herî zêde jin têkevin bin bandora şer û ji ber vê yekê jî dê jin aştiyê ava bikin.
'Jin dê aştiyê ava bikin’
Sakine, anî ziman ku ji niha û şûnde êdî ferz e ku jin li dijî şer têkevin nava tevgerê û xwe bi rêxistin bikin û wiha got: “Em dizanin ku şer herî zêde bandora neyînî li ser jinê dike. Şer ji bo jinê tacîz, tecawiz, koçberî, xizanî û hemû tiştên neyînî ye. Em dizanin ku di şer de jin hevser, zarok û xizmên xwe winda dikin. Tênn binçav kirin û di bin çavan de rastî tecawizê tên. Ji ber vê yekê ji her kesî zêdetir pêdiviya jinan bi aştiyê heye. Vîna jinan a aştiyê heye. Vê vîna aştiyê di eniya jinên Tirkiyeyê de bi dehan caran xwe anî ziman û çalakiyên “Deng bide aştiyê” pêk anîn. Ji bo heqîqet bên ronîkirin çalakî pêk anîn. Ji bo ronîkirina Pirsûs û Lîceyê şande şandin. Xebatên ku em heyetê bişînin sîlopiyê heye.”
‘Jin dikarin şer rawestînin’
Sakine, da zanîn ku ev banga KJA’yê ji bo yekîtiya jinan û yekbûna çalakiya jinan girînge û wiha berdewam kir: “Divê hemû kes li banga KJA’yê ya ‘Deklerasyona Aştiyê ya Hevpar’ xwedî derkevin. Divê her kes vê kampanyayê îmze bikin. Ev vîna aştiyê dikare rê li pêş daxwaza serdestan a şer bigire. Ji ber ku em jin dikarin şer rawestînin.” Sakine, anî ziman ku duh leşkerê bi navê Bariş û gerîllayê bi navê Bariş jiyana xwe ji dest dan û xewst êdî bes Bariş jiyana xwe ji dest bidin. Sakine, xwest her kes wate û girîngiyê bide vê deklerasyonê û li vê deklerasyonê xwedî derkevin. Sakine, anî ziman ku dê roja Yekşemê civînekê pêk bînin û dê li ser avakirina aştiyê û piştgiriya deklerasyonê niqaş bikin. “
(mae/ch)