Leşkerên Tirk li sînor komkujî pêk anî: 2 mirî, 9 birîndar
10:57
JINHA
KOBANÊ - Leşkerên Tirk li ser sînorê Girê Sipî welatiyên Ereb gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de 2 jinan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî bi giranî birîndar in.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê ji herêmê ragihandine, bûyer şevê din saet di dora 23.00’yan de li gundê Girê Sor ê li Rojavayê Girê Sipî qewimî. Komeke welatiyên sivîl ên ji pêkhatiyên Ereb û ji malbatên cuda, dema dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarandin.
Di encama gulebaranê de 2 jinên ku navên wan nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan û 9 kesên ku jin û zarok jî di nav de hene, birîndar bûn. Kesên birîndar anîn Nexweşxaneya Emel a Kobanê. Bijîşkan diyar kirin ku rewşa 3 birîndaran giran e. Birîndaran diyar kirin, ji koma hatiye gulebarandin, agahî ji 4 kesan nehatiye girtin û nayê zanîn ka mirine yan jî derbasî aliyê Tirkiyeyê bûne.
(rc/ch)