'Rawestandina cenazeyan sucek zagonî ye'

11:31

Oyku Dilara Keskin/JINHA

STENBOL - Cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê li benda girtinê ne. Hevseroka Şaxa OHD ya Stenbolê Banu Guveren diyar kir ku rawestandina cenazeyan a li deriyê sînor him sucê mirovahiyê û him jî sucê zagonî yê. Banu da zanîn ku ji ber li Tirkiyê, sivîl tên qetilkirin divê di Sucên Dadgehên Navnetewî de bê darezandin.

Ev 11 rojin cenazeyên 20 şervanên YPG/YPJ'ê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên rawestandin. Ji bo girtina cenazeyan malbat li ser sînor di çalakiyê de ne. Madeya Makezagona Komara Tirkiyê madeya xwe ya "Welatiyên welat kengê bixwazin dikarin têkevin welat" binpê dikin.

'Divê Cezayên Dadgeha Navnetewî bê lêkolîn kirin'

Girêdayî mijarê Hevseroka Şaxa Komela Hiquqvanên Azad (OHD) a Stenbolê Banu Guveren axivî û got: "Destpêkê aliyên vî şerî kî ne, ev şer li ser kîjan erdnîgariyê tê kirin divê li van bên nêrîn. Di vê şerî de kî bandor dibin? Di vî şerî de ji ber Tirkiyê YPG negirtiye nava sînorê xwe ji bo xwe alî çêkiriye. Di darazên xwe de ji bo wan 'terorist' gotin, birîndarên wan girtin û niha jî desturê nadin cenazeyên wan bên. Banu destnîşan kir ku heger Tirkiye têkeve nava axa Surî di şer de alîkariya çeteyên DAIŞ'ê bike divê ev di Cezayê Dadgehên Navnetewî de bê lêkolînkirin û axaftina xwe wiha domand: "Tirkiyê pêşî li komkujiya Pirsusê vekir. Tirkiye bixwaze nexwaze di vî şerî de bûye alî."

'Rawestandina cenazeyan sucê mirovahiyê ye'

Banu bilêv kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Pûşberê û qirkirina Pirsusê Serokomar Tayyip Erdogan pêvajo qedandiye û got: "Heger ne wisa ba dê derbaskirina cenazeyan de asteng dernexistana. Niha jî înfazên sivîl dikin, çiyayan bombabaran dikin û cenazeyan nadin. Di madeyên makezagonê de madeyek ya 'Hemwelatiyên welatekê kengê bixwazin dikarin têkevin wî welatî' heye, vê madeyê binpê dikin. AKP'ê li ser gel şerek topyekun daye destpêkirin. Dixwaze çewisandinek siyasî pêk bîne û hêza xwe nîşan bide. Rawestandina cenazeyan sucê mirovahiyê ye. Serokomar bi Quranê derdikeve qadan, lê şertê Îslamê ya cenaze şûştin û definkirine nayîne cîh. Li aliyekê xwe wek misilman dide nîşandan li aliyê dinê jî îşkencê li cenazeyan dike."

'Dewlet di sucê şer de bi biryar e'

Banu destnîşan kir ku di zagonên navnetewî de zagonên şer hene û wiha pê de çu: "Hikumet, mafê PYD'ê ya xweparastina rewa wek şer dibîne û wî wek alîgirê şer nîşan dide. Dewlet di berdewamkirina sucê mirovahiyê de bi biryar e."

'Jin vê dîroka qirêj dê ji bîr nekin'

Banu anî ziman ku jin bi salane li hember desthilatdariyê têdikoşin û axaftian xwe wiha domand: "Ev dîrok ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn. Divê armancên siyasetê ji aliyê her kesê ve bê zanîn. Bila ji bîr nekin, ew nikarin gelê li hember xwe li gor daxwaza xwe bi teşe bikin. Tû netew li hember siyaseta ser miriyan tê kirin serî natewînin. Kesên ku vî sucê mirovahiyê pêk tîne nizanê lê jin dê tû carî vê dîroka qirêj ji bîr nekin."

(zt/ch)